Cîhan

Penaberên suriye dibin hemwelatiyê Tirkiye

Tirkiye penaberên suriye dike hemwelatîPiştî li Suriye şerê navxwe destpêkirî nêzikî 3 milyon hemwelatiyên Suriye hatine Tirkiye. Hinek ji wan ser Tirkiyere derabsî welatên Ewropa bûne. Lê piraniya mezin li Tirkiye sekinîne û bi awayek jiyana xwe ber dewam dikin. Gelek ji wan bûne beşek ji civata Tirkiye.Heta niha Tirkiye mafê hemwelatiyê daye 10-15 hezar hemwelatiyên Suriye. Ji berî çend roja hukumetê biryar da ku dayina mafê hemwelatiyê ji bo penaberên Suriye hesanî bike û gava yekej zêdeyê 100 hezara bike hemwelatî.Lê li ser vê gelek gotubêj hate kirin  û hat gotin ku hukumet ji bo referandumê dixwaze penaberên Suriye bike hemwelatî da ku di referandumê de dengê xwe bidin AKPê û bêjin Erê.Li ser vê yekê serokwezirê Tirkiye Binalî Yildirim da xûyakirin ku, heta 16ê Nisanê maumeleyên hemwelatiya penaberên Suriye bê sekinandin.Cardin piştî referandumê prosesa hemwelatiya penaberan berdewam dike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button