Tirkiye ne li dijê serxwebûna Kurdistanê ye
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokmarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dê roja Yekşemê li bajarê Stenbolê bicivin.Berpirsa Ofîsa Lêpirsîn û Lêkolînan a PDKê Çinar Sead Ebdulah dibêje, Tirkiye dizane ku Herêma Kurdistanê xwe ji serxwebûnê re amade dike û bi baweriya wê jî Tirkiye razîbûna xwe li hemberî serxwebûna Başûrê Kurdistanê nîşan daye.Berdevk û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Serokatiya Komar Îbrahîm Kalin derbarê serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê dibêje: “Gelek mijar hene ku em li ser wan biaxivin. Ji hemû aliyan ve Iraq ji me re girîng e. Ji aliyê aborî be yan jî ji aliyê ewlehiya sînorê me ve.”Derbarê wê serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê, Çinar Sead Ebdulah ji ajansa Anadolu re axivî û ragihand: “Hemû serdanên Serok Barzanî bo welatên navçeyê xwedî bandoreke erênî ne, nexasim bo qayimkirin û bihêzkirina pêwendiyên siyasî û aborî. Herwiha di wan hevdîtinan de pirsên girîng mîna rûbirûyê DAIŞê û hevahengiya di navbera Hewlêr û Enqere de, tên gotûbêjkirin.”Çinar Sead Ebdulah wiha got: “Niha Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê bi giştî pir bi cidî û bi eşkere behsa serxwebûna Kurdistanê dikin, Tirkiye jî bi pêşwaziya xwe ya di vê demê de, tê wateya razîbûna wê bi serxwebûna Kurdistanê û dide xuyakirin ku ew welat ti pirsgirêkan di paşerojê de ji serxwebûna Kurdistanê re dernaxe.”1Nûçeyên dinAsayişa Hewlêrê: Kesên melayê Hewlêrê kuştibûn, hatin girtinTHURSDAY, 23 FEBRUARY 2017 22:02:25