Kultur

Penaberê Parîsê li sînemayê…

Fîlma bi navê Penaberê Parîsê (Paris de exil) ya listikvan û derhênerê kurd Ahmet Zîrek li Parîsê tê pêşkêşkirin.

Fîlm dê 1ê gulanê  pê de li sînemaya Cinema Saint-Andre des Arts, a li St. Michelê li naverasta Parîsê, were nîşandayîn.

Ew fîlm beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Parîsê bibû û li Festîvala 33yemîn ya Navneteweyî ya Qahîrey bi xelata zîvîn hatibû xelatkirin.
Zîrek ji bakurê Kurdistanê ye  zêdetirî 25 salan e ku wek penaber li paytexta Fransayê dijî.

Di vê yekemîn fîlma xwe wek derhêner de, ew beşeke ji jiyana xwe vedibêje: Ew kurê xwe diîne bajarê xwe, Culemêrgê, ku bapîrê xwe bibîne. Zîrek vê serêdana pênç-rojî bi riya telefonê dişopîne . xem û xeyalên dema berê tên bîra wî ka ew çawa ji Kurdistanê derketibû û hatibû Fransayê. Kurê wî jî, bi wê rêwîtîyê bavê xwe nas dike.

Zîrek Penaberê Parîsê piştî weşandina kitêba xwe ya bi navê Bihizire ku… çêkiriye û fîlm hinek beşên wê pirtûkê jî vedigire. Di fîlmê de rola serekî Zîrek dilîze.

Ahmet Zîrek Penaberê Parîsê dîyarî dîya xwe û Yilmaz Guney kiriye.

 

http://www.youtube.com/watch?v=jLbnigiLRvw

 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button