Kultur

Pelrecords hemû albumên Perwer û Haco temam dike

Pel Records, li gorî bernameya xwe ya çapkirina hemû albumên Şivan Perwer bi weşandina albûmên hunermend yên di navbêra salên 1991 û 2002yan de derketine, Xewna Min (1991), Zembîlfiroş (1992), Ya Star (1995), Nazê (1996), Hêviya Te (1999), Roj û Heyv (2000) û Sarê (2002) rêzealbumên kataloga Şivan Perwer temam dike.

Şivan Perwer di albuma xwe ya “Xewne Min” de ku stranên wekî ‘Mihemedo’ û ‘Dr. Qasimlo’ jî têde cîh digirin de li gel rexneyên li ser têkçûn û trajedîyan, berhemên li ser mijara rizgarî û azadîyê jî bi şêwaza xwe ya xwerû distirê. Albuma “Zembîlfiroş” 1992yan de derket. Di vê albumê de Şivan Perwer û Gulîstan bi hev re stranan distirên. Di albuma “Zembîlfiroş” de taybetmendîyên cihê yên muzîka kurdî ya kevneşop derdikeve pêş. Dîsa di vê albumê de yekem car mînakên jî ‘muzîka dînî’ cîh digirin.

Albuma “Ya Star” di 1995an de derket. Arenjeyên vê albumaê ji alîyê muzîkjenê kurd yê bi nav û deng Dilşad Seid ve hat çêkirin û di albumê de şêwaza muzîka klasik ya rojavayê derdikeve pêş.

Albuma “Nazê” ya ku di 1996an de derket bi giranî ji berhemên xembar yên muzîka kurdî ya kevneşop pêk tê.

Albuma “Hêvîya Te” di 1999an de derket. Aranjeyên vê albumê jî Dilşad Seid çêkirîye. Ev album dest nişan dike ku Şîvan Perwer di nav lêgerînên nû de ye. “Hêvîya te” di mûzîka kurdî de ji alîyê pirdengîyê ve ceribandineke girîng e.

Albuma “ROj û Heyv” bi armanca rûmetdarîya salvegera 25em ya hunermendîya Şîvan Perwer hatîye amedekirin û arenjeyên berheman ji alîyê koma muzîkê ya bi nav û deng “Kardeş Türküler” ve hatîye çêkirin. Hevkarîya gruba “Kardeş Türküler” ya ku bi gelemperî arenjeyên xwe bi amûrên jenî çêdikin û dengê bihêz yê Şivan Perwer ku coş û hestên berheman bi guhdarvanan bi hêsanî dide hîskirin, albumeke şahane derxistîye holê. Di nav rêzealbumên katalog yên Şivan Perwer de ya dawîn berhema wî ya “Sarê” ye. “Sarê” di 2002yan de derketîyê, di vê berhemê de bi giranî kanûn û keman hatine bikaranîn, saz jî wekî alavekî hevkar hatîye bikaranîn. Şivan Perwer di vê albuma xwe de jî berhemên muzîka kurdî yên kevneşop distirê.

Pel Records, li gorî bernameya xwe ya çapkirina hemû albumên Ciwan Haco bi weşandina albûmên hunermend yên di navbêra salên 1990 û 2003yan de derketine “Nisêbîna Rengin / Çaw Bella” (1990), “Sî û Sê Gule” (1992), “Dûrî” (1994), “Destana Egîdekî” (1998), “Derya” (2001) ve “Na Na” (2003) rêzealbumên kataloga Ciwan Haco temam dike.

Albuma “Nisêbîna Rengin / Çaw Bella” têkelangeka synt û akûstîka rockê ye, yek ji albumên herî balkêş û girîng yê Ciwan Haco ye. Haco, vê albumê di 1990an de bi hevkarîya muzîkjenên norweçî amade kirîye.

“Sî û Sê Gule” di 1993 de derketîye û albuma yekem a Ciwan Haco ye ku li Tirkîyeyê hatîye çapkirin û belavkirin.Helbesta Ahmed Arîf a bi nav û deng “Sî û Sê Gule” cara yekem bi kurdî hat bestekirin û stirîn. Ev album bi vegotina xwe ya destanî û bi şêwaza xwe ya senfonîk ya rockê di nav klasîkên Ciwan Haco de cîhê xwe girtîye.

Ciwan Haco albuma xwe ya “Dûrî” di 1994an de bi hevkarîya muzîkjenê îtalî Paola Vinaccia çêkir. Ev album bi rengên dengê nû û melodîyên sound ve hatîye xemilandin û di albumê de şêwaza rockê bal dikşîne ser xwe. “Destana Egîdekî” di 1998an de derket. Ciwan Haco, di vê albuma xwe de helbesta “Destana Egîdekî“ ya Mehmed Uzun ku yek ji navên herî girîng yê edebîyata kurdî ye, beste kir. Ev album, bi şêweza caza modern hatiye çêkirin û yek ji berhemên Ciwan Haco yê li derveyî rêzê ye.

Albuma “Derya” di 2001î de derket, hemû berhemên vê albumê besteyên Ciwan Haco ne. “Derya” bi şêwaza xwe ya elektro caz pêleke nû pêk anîye.

Ji rêzaalbumên katalog yên Ciwan Haco ya dawîn “Na Na” ye. Ev album di 2002yan de derketîye û gelek stranên vê albumê ji alîyê muzîkhezan ve hatine ecibandin.

Pel Records bi van albuman jinûveçapkirina rêzealbumên katalog yên Şivan Perwer û Ciwan Haco temam kir. Belavkirina giştî ya van albuman ji alîyê Sony Musicê ve tê çêkirin. Ev albumên ku divê di arşîva hemû muzîkhezan de hebe ji 3 nîsan 2014an pê v li hemû marketên muzîkê dikarin bên peydakirin û di serî de i-Tunes ji 400 platformên dijîtal yên muzîkê dikarin bên daxistin û li hemû Ewropayê ji ‘Amazon’ û Kurdish Media Shopê dikarin bên xwestin.

Pel Records di heman demê de rêzealbumên katalog yên Şivan Perwer û Ciwan Haco wekî seteke taybet dê pêşkeşî muzîkhezan bike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button