Pêkînana Hikûmeta Herêmê û baruduxê hestiyarê dewrubera
Proseya helbijartinên Perlemanê Kurdistanê di çavên çavdêrên biyanî û bi danpêdana layenên siyasî yên beşdar di proseya navbirîda bi serkeftîtirîn û paktirîn prose hate qelemdan. Di demekî da ku dewruberên Herêma Kurdistanê di qonaxeka hestiyar û çarenivîsa berzeda derbaz dibin, lewra li ser layenên siyasî yên Kurdistanê pêdivî ye bi jîrane û li gor hestiyarî û metirsiya baruduxê deverên dewruber têbikoşin ji bo pêkînana hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê.
Çar salên dahatî yên hikumraniyê li Herêma Kurdistanê dê di çarenivîsaz bin ji bo gelê Kurdistanê çunkî çarenivîsê hindek deverên dewruber ne yê diyare û kartêkirineka rastewxo heye li ser hemû layenên jiyanê li Herêma Kurdistanê, bi hêzbuna layenên tundrewên îslamî li Suriyê û ne arambuna baruduxê hêminahiyê û kûrbuna nakokiyan di navbera layenên siyasî li Iraqê metirsiyeka mezine li ser asayîşa neteweyî û jiyana gelê Kurdistanê û pêşveçuna herêmê.
Partî wek serkeftiya yekê di vê prosê da her li destpêkê û ji ber baruduxê hestiyarê deverê bang li hêzên siyasî diketin ji bo pêkînan hikumeteka fireh layenî û nîştimanî, li ser hêzên siyasî yên dî yên Kurdistanê û opozîsyonê pêdiviye dest ji hindek xwastek û armancên xwe berden û berjewendiya giştî ya gelê Kurdistanê berçav wergirin, partî û yeketî dikarin hikumetê pêkbînîn, belê sekirdayetiya Partî evê çendê di berjewendiya gelê Kurdistanê da nabînîtin û dixwazîtin hikumeteka fireh layenî pêkbînîtin da ku bişên pêkve di van çar salên çarenivîsazên dahatî da Kurdistanê berev asoyekê baştir biben.
Eger layenên siyasî yên Herêma Kurdistanê di çar salên dahatî da hêminahiya Kurdistanê û yek rêziya navmala Kurdistanî biparêzin Herêm dê bîte xudana aborekê bi hêz li deverê, zêdebuna weberhênana biyanî û bi hêzbuna aborê Kurdistanê dê bine rêxoşker ji bo ragehandina dewleta Kurdî û bi cîhînana xewna mezina gelê Kurd berevajî vê çendê û bê behrkirina her hêzeka siyasî li Kurdistanê di pêkînana hikumetê da dê qeyraneka siyasî li Kurdistanê berpaketin û bîte egerê ne aramiya Herêma Kurdistanê û vedîtina delîveyan ji bu hêzên tarî û dujminên pêşveçun û xweş guzariya Kurdistanê.
Serok Barzanî û Partî ne bes di pêkînana vê kabînê da destpêşxerbûne belku di kabîneyên 5-6-7 da bi heman şêwe daxwaz ji hemû layenên siyasî yên Kurdistanê dikir ji bo ku beşdar bibin di pêkînana hikumetê da, daku zêdetir bişên xizmeta xelkê Kurdistanê yê ji hejî xizmetkirinê biken. Serok Barzanî di çendîn helkeftan da amaje bi metirsiya li ser Herêma Kurdistanê kiriye, û ragehandiye Kurd bi tinê bi yek gotarî û yekrêziya rêzên xwe dikarin berengariya metirsiya li ser Herêma Kurdistanê biken û aramî û xweş guzeraniya xelkê Kurdistanê biparêzin.
Di kabîneyên bihurî yên Hikumeta Herêma Kurdistanê da xizmeteka berçav ji bo xelkê Kurdistanê hatiye kirin kareb û av û gelek xizmetguzariyên dî yên rojane hatîne dabînkirin, lê li ser kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê pêdiviye bargiraniyeka mezin bêxîte ser pêşveçuna peywendiyên Kurdistanê di gel welatên zilhêzên cîhanê û avakirina lobiyekê kartêker li cîhanê, dîsan çaksazî di kertên perwedê û saxlemiyê da bihêne kirin, pêdiviye sîstemekê nû û pêşkeftî ji bo saxlemiya Kurdistanê bihête danan çunkî rojane bi sedan hezar dolar ji Kurdistanê derdikevin evê çendê kartêkirineka xirab dê li ser aborê Kurdistanê hebît, dîsan avakirina kargehên zebelah ji bo vedîtina delîveyên karî û nehêlana bêkariyê di nav civakê Kurdistanê da..
Li dûmahiyê dê bêjîn her avedan bîtin Kurdistan
Metîn Cemîl Binafî