Polîtîk

Barzanî: Divê hilbijartina Iraqê di dema xwe de bê encamdan

Îro şemî 26.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Encûmena Nûnerên Iraqê kir ku ji Usame Nuceyfî Serokê Encûmena Nûneran û hejmarek ji nûner û Serokê Kutleyên Siyasiyên Ereban û her wiha nûnerê hemû kutleyên Kurdan yên Parlemena Iraqê ji bilî li Fraksiyona Goran pêkhatibûn.

Li civînê de ku taybet bû bi axaftina li ser naveroka yasaya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û peydakirina çareseriyek ji bo gihîştina bi tewafuq di derbarê sîstema hilbijartina pêş ya Encûmena Nûnerên Iraqê, destpêkê de Usame Nuceyfî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê li axaftina xwe de spasiya xwe û şanda mîhvanan bi Serok Barzanî ragihand û Serokê Herêma Kurdistanê ji wan guftûgo û hevdîtinan agahdar kir ku li navbera kutleyên siyasiyên li nav Encûmena Nûnerên Iraqê da li holê daye û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste meseleya cewheriyên pêvajoya siyasiya Iraqê li rêya tewafuqê ve bêne çareser kirin û yasaya hilbijartinê jî babeteke ku divê tewafuq û rizamendiya hemû pêkhatan li ser bê û nabê bi sedema hebûna nakokiyên di navbera aliyên hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bê paşxistin ku biryare li 30.04.2014 an de bê saz kirin.

Li beranber de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, guftûgo û raguhertina aliyan li ser pirsekî girîngê wekî hilbijartinê bi pêwîst zanî û balkişand li ser wê yekê ku nabê hilbijartin bê paşxistin û pêvajoya demokrasiyê ziyanê bibîne.

Serok Barzanî eve jî bi şanda mîhvanan ragihand ku li hilbijartinên pêş de li rûyê dabeşkirina kursî û beşa parêzgehan zulmekî mezin li Herêma Kurdistanê hate kirin û ne dadperweriyekî mezin têda hebû. Her peywîst bi vê babetê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi navê rastkirina vê şaşiyê û dûbarenebûna vê zulmê diviya hinek kirdar bihatan kirin û ji bo zanînê beşa kursî ya rast li parêzgehan diviya serjimêriyekî giştî bihata encamdan. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî vê pirsiyarê pêşkêşî şanda mîhvanan kir ku beşa kursî ya parêzgehên Iraqê li ser çi bingehek hatiye danîn û ji bo çi nabê kolkeyekî hilbijartina hevbeş li hemû parêzgehên Iraqê da hebê? Her wiha ragihand pêwîste aliyê siyasiyan di derbarê yasaya hilbijartinê bigihin çareseriyek, lê belê ev çareserî nabê li ser hesabê Herêma Kurdistanê yan pêkhateyekî din bê.

Paşê amadevanan dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê babeta kota û kursî qerebû û aliyên erênî û neyîniyên sîstema takbazneyî û fireh bazneyî û peydakirina rêyek ji bo gihîştina bi tewafuq di derbarê yasaya hilbijartina Encûmena Nûneran xistin rû.

Back to top button