Pêdivî û giringe PYD dest ji bîrûbaweryên PKK
Di bersiva pirsên Rojevakurd de Newzat Berwarî dibêje: Girtina Efrînê ji layê Tirkiyeyê ve PYD jê berpirsiyar e, ji ber ku wê guhê xwe daye PKK, berxwedan kir ev mezntirîn şaşî bu, Tirkiyê Efrîn girt PKK li Qendîlê lê dinêrî.
Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalî ne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?
Newzat Berwarî : Tişitek herê giring û bilez li Rojavayê Kurdistanê bête kirin ewe ku yeketiyek di navbera TEVDEM û ENEKS da pêk bêt an jî hemî partiyên kurd li Kurdistana Rojava bereyek pêkbînin û daxaza devereka aram bikin ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî an jî Amirîka û hevpeymanên wê da devera aram bê parastin.
Pêdivî û giringe PYD dest ji bîrûbaweryên PKK berde û pir giringe locistîkî fikir bike jiber ku PKK li ba hevpeymanan partiyek terorîstî ye û nabe PYD wê şaşiyê bidomîne.
Vekişandina hêzên Amerîkayî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?
Di siyasetê da çi grentî nîne, berjewendî siyasetê xuya dike, lewma kurd li Rojavayê Kurdistanê pêdiviye xwe ji bo her bûyerekê amade bikin. Wek min di bersiva yekê da gotî, başitirîn amadekarî jî jinavbrina astengan û pêkînana bereyek kurdî ye ku bername û daxazên wan ji bo paşeroja Rojavayê Kurdistanê yek bin
ENKS ji destpêka şoreşa Sûrî ve, bi opozisyona Sûrî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî, ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?
Bi baweriya min dîtina opozisyona surî jî wek rijêma Suriye li hember mafê kurd wek yek e. Opozisyona Suriyê jî ji hêzên islamiyên tundrew yên ser bi Tirkiyeyê ve û partiyên şofen yên erebî pêk hatiye weke Cebhet Al-şam ku ji DAÎŞê nekêmtir e.
Girtina Efrînê ji layê Tirkiyeyê ve PYD jê berpirsiyar e, ji ber ku wê guhê xwe daye PKK, berxwedan kir ev mezntirîn şaşî bu, Tirkiyê Efrîn girt PKK li Qendîlê lê dinêrî. Lewma ez dibêjm heke Rojava dixwaza danûstandina digel opozisyonê an jî digel rijêmê bike pêdiviye bihêz biçe danustandinan ew jî bes bi yekgirtinê dbe.
Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Sûriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çawa sûdê ji vê rewşê bigirin.
Hebûna hêzên navneteweyî di deverê da ji bo kurd derfetek pir buhaye, nemaze pişitî wê ku kurd kirîne hevpeyman di şerê dijî DAÎŞê da. Me wek kurd malwêrainiyek mezn dît bes doza kurd jî pir ber bi pêş çû, lewma gelek giringe PYD peywendiyên xwe bi PKK ra qut bike da harîkariya hevpeymana jê ra qut nebê.