Nivîsar

Hevbeşbûna PDK li Bakur

 

Li Bakurê Kurdistanê heta nûha hevbeşbûna PDK bûye weke dareke ku fêkî nade.  Hevbeşiya PDK bûye weke dara sêr. Ango heta nûha fekî nade. Çima gelo? Her kes li ser vê pirsê hilbet xwedî hinek dîtina ye. Em dizanin ku her kes jî tenê li gora rastiya xwe çareseriyan pêşkêş dike. Hinek serokan û helwestên wana didin berxwe, hinek siyaseta dewletên dagirker derdixînin pêş, hinek pirsa mîrate, meşrûbûn û temsîlîyetê nîqaş dikin, hinek ji dibêjin; em Xelifên Bexdayê ne û li gora vê dîtina şaş rojên xwe bertelef derbas dikin. Hinek bertelef bidûv teorîyên komplo ketine û dîtinên bêserûber pêşkêş dikin. Lê PDK li Bakur îro di asta legal û illegal de her heta nûha hevbeş nebûye û ev jî kêmasiyeke gelekî mezin e.

Beriya çand sala gava ku Insîyatîfa Yekîtiya PDK hate damezrandin, gelek civîn, hevdîtin, fikir û proje hatin nîqaşkirin. Pêşewazîyek baş hebû. Em çawa dikarin PDK bikin yek, li ser armanc û rêbaza vê xebatê bi raya giştî re dîtîn hatin parvekirin, peyam, fikir di nava alîgir û dilxwazan de belav bû. Hêviyek çêbû. Di encam de li ser daxwaza biraderên Başur di nava partiya yasayî (PDKT) de hinek partî û komikên me kombûn, lê hinekan jî ev yekitî rast nedidîtin. Li derve man. Niqaşa meşrûbûn, mîrate, patent, kî berê bûn, kî dûra bû, kê li çira hevdû xistibû, kî xwedî maf bû ku navê PDK bikarbine, kî ne xwedî maf bû, li ser var pirsan bersiv hatin dayîn. Niqaş hatine kirin. Lê çawa be jî nûha encam li holê ye. Rewş jî ne baş e.

Ji ber ku PDK li Bakur heta nûha nebûye alternatîfeke civakî û siyasî, gelek kes hevdû sucdar dikin. Lê eşkereye ku îro tevger xitimîye, qerimîye û pêşîya xwe jî baş naxwîne, nabîne û derçûnek jî nayê pêşkêş kirin! Li ser vê rewşê gelek dîtin hene;

Belê, kî xwediyê kîjan dîtinan be bila bibe, lê rastiyeke jî li holê heye. Ev rastî hinekî tehl e. Belavbûna PDK li Bakur îro ne di xizmeta xeta netewî – demokrat de ye. Her roj ev xet lawaz dibe, alîgir û dilxwaz bêrexistin dibin, an berê xwe didin partiyên dagirker, an diçin nav partiyên ku ne li ser xeta netewî ne, an dibin serokatiya nêkirkêran de enerjîya xwe bertelef xerç dikin, an jî didin dûv feysbukan û hebana xwe vala dikin…

Dibêjin min got û te got! Kes li kesî guhdar nake, her kes têne li dengê xwe guhdar dike. Dîtinên çeloxwarî li mazetê sobaye dikin û ev dîtin silavê jî li hevdû nakin! Ji bona ku nekirkerî û pasifîzma xwe jî mafdar derxînin hemû kesan li derveyî xwe sûcdar dikin û weke kefa sabûnê derdikevin ser avê. Lê qet ji xwe napirsin; ma ka min ji bona yekrezî û hevbeşbûna PDK çi kirîye? Min çi fedakarîya madî û manewî kirîye? Ma min weke kes erkên xwe çiqasî bicîh anîne gelo?

Hemû kes qala PDK ya beriya 40-50 salê berê ji hevdû re dike. Nostaljî bûye taybetmendiya sereke. Lê ku ew tên roja îro bicarekê re diteqinin, diqerimin, qudûmên wana dişkin, bêmefer dimînin, dicihê xwe de dihejmerin, herkesî sucdar dikin, aş û baş li bingûhê hevdû dixînin. Çareseriyan jî pêşkêş nakin, tenê zanin gazinan bikin û hew! Ji ber wan sedaman jî gelek mirovên demokrat hêviyên xwe winda dikin, psîkolojîya têkçûne pêş diçe, çareseriyên takekesî derdikevin pêş û PDK gav bi gav lawaz dibe.

Baş e, emê çilo bi hevre ji vê nekirkiriyê û rewşa malkambax xelas bibin?

Ez bi zelalî bibejim; ev ne qedera me ye. Ev encamê ku derketiye holê divê piralî were analiz kirin, gunehê kê, sûcê kê, nekirkêriya kê, xemsariya kê hebe, heta xaîntiya kê hebe divê bi zelal derkeve holê. Ne ji bona ku em li hinek sûcdaran bigerin, wana ceza bikin lê belê ji bona ku em karibîn çareseriyên makûl pêşkêş bikin. Divê derbasbûna PDK li Bakur bi rêbazên rasyonel were analîz kirin. Analîz divê li ser zanabûn, tecrübe û pratîka siyasî bilind bibe. Kî çî ti tûrikê wana de hebe, bila bi werekî û biberpirsyarî derxinê pêşberî Kurdperwer û nîştimanperweran. Fikir û zanebûn gava ku neyên parvekirin tucara rola xwe baş nikarin bileyîzin! Em hemû dizanîn ku sebebê qelsiya PDK gelek in, hinek ji wana civakî ne, hinek ji wana bi kesayetîyên lawaz ve girêdayîne, hinek ji ber serokên nekirkêr in, hinek fikrî ne, hinek li derveyî PDK ne, hinek dikarin bi guhertinên madî û demografik jî werin îzah kirin…

Îro zelal xuyadike ku PDK li Bakur bûye weke komika sêwîyan! Di vê navberê de serokên nekirkêr ji pesnê xwe ji şelafên derdora xwe re didin! Şelef jî behempa şelafîyan dikin, dibêjin ji şelefîyan re tıxûb tüne ye!

Di wan xalan de divê em pirsgirêkan bi duristî nîqaş bikin. Vaye dar û vaye mişar! Derfeta niqaş kirine him li welat me heye û him jî li derveyî welat heye. Kî li kûderê be bila li wê deverê civanan lidarxîne, raporan, nivîsan amade bike, encamê civanên xwe bi raya gişti re parve bike, di malper, Tv, medya civakî de dîtinên xwe belav bike û çareseriyan pêşkêşî aligirên PDK û netewperweran bike. Bila ji bona yekrêziya PDK û xeta Barzanî helwesteke hevbeş gav bi gav derkeve holê.

Armanc divê eşkere werin formüle kirin; heke PDK wê bibe partîyeke legal, an jî îllegal divê ev xebat wê çawa bireve biçe, em di van pirsan de xwe zelal bikin. Heke hewcedarî bi xebata legal hebe, hevbeşbûn bi kîjan rêbazan divê bimeş e? Gelo hewcedarî heye ku alîgirên PDK ê bi kes û hêzên netewî-demokrat re, yên ku eşkere li ser xeta Barzanî ne, rêxistinên hevbeş ava bikin? Ev rêxistin ne dibin navê PDK de lê belê dibin navêke din de, mirovên netewî-demokrat çawa dikarin bi hevdû re karbikin? Em dizanin ku xebata welatperwer ya legal derfet nade ku partî perçe perçe bin, divê di wan pirsan de yekrêzi, hevbeşbûn, hevkarî, girseyî derkeve pêş.

Hemû kes dizane ku xebata legal derfetên mezin dixwaze, berfirehbûnê dixwaze, derfetên madî dixwaze, yasayîbûnê dixwaze, xebatkaran dixwaze, zanayan dixwaze, makulbûne dixwaze ûhw. Yên ku nêzî hevdû difikirin di warê legalitê de divê karibin bibin yek û dibin yek sîwanê de kom bibin. Divê rêbazên demokratîk di her warî de derkevin pêş, siyaset demokratîze bibe, divê mirovên netewî-demokrat pêşî hevdû qebûl bikin, demokrasîyê di nava xwe de bicîh bikin, hevdû nas bikin, qirş û qalan ji hevdû cüda bikin,  taybetmendî û jêhatbûna Kurdan ji hêla civakî de derxînin pêş, ji pêşdarazînan bidûr bikevin û armancên netewî û hevbeş derxînin pêşberî raya Kurdan.

Partiya legal divê hewl bide ku bibe partîyeke girseyî,  bajarî û entelektuel. Xebatkar û berpirsên partîyê divê ekonomî, dîrok, ziman, kultur, pêwendiyên navnetewî ji nêzîk de bişopînin û jiyana Kurd û Kurdistanê jî baş nasbikin. Partîya ku karê legal bike divê programa xwe li ser hinek xalên netewayetiyê bide rûniştandin; weke li ser mafê ziman, kultur, statü(program ji bona otonomî, fedaralîzme û konfederalîzmê), ji nasname û pirsên tevahî bênderek hemdemî ji bona Kurdan derxînê holê. Hemû kesên ku Kurdperwerin, divê partiya legal karibe di nava rêxistina xwe de wana kom bike, cîh bide wan û bibe aktorekî siyasî li Bakurê Kurdistanê. Gava ku em nikaribin vê xebatê di warê legal de li ser navê PDK bidomînin, divê em karibin derfetên din bibînin…

Di vê pirse de gotin azad e, de fermo!

Şerefxan Cizirî

 

Back to top button