Polîtîk

Min negotyê yên deng didin HDPê teroristin lê..?

Serokê Tirkiye Tayib Erdogan di çerçova propagandeya hilbijartinan de li Meletyayê bû. Erdogan axavtina xwe ya li vî bajarî behs HDPê û CHPê kir.

Erdogan dibêje ku, CHP û hevalbendên wê tenê behsa hilbijartina dikin, halbukî welatê me di bin tehdîtekî mezin de ye, kesek behsa vê nake.

Beşek din di axavtina xwe de Erdogan got: Ev HDP derewa dike, dibêjin ku Erdogan gotiye “ heçî kesê deng bide HDPê teroriste “ min gotinek bi vî awayî axavtinên xwe de negotiye. Ev ne raste. Lê ez dibêjim yên li ser serê wan û rêveberiya wan dikin teroristin.Ew pereyên ji bo şaradariya dihatin we rêdikiran Qendîlê. Ma ji bo çi Qayum hatin tayin kirin? Ji bo vê yekê bû. Lê kesek behsa vê nake. Eger ji hir pêde tiştên welê çêbibin , ez bawerim dê cardin dadgeh heman biryarê bidin.

Li Tirkiye di hilbijartinên herêmî de du aliyên li dijê hev çêbûne. Dijitiya wan tenê ji bo hilbijartinane. Ji bo pirsa kurd hemû wek hevin û tu cewazî di nava wan de tuneye. Ji bo wê hemû jî tenê ji bo çend dengên zêde destbêxin siyasetê dikin.

Gotinek kurdî heye ku dibêje: “Hemû seyê  sergohekîne“

Back to top button