PDKT Ofîsa xwe li Amedê vekir
Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye doh bi awayek eşkere ofîsa xwe li Diyarbekirê vekir. Gelek partiyên siyasî, rewşenbîr û kurdên welatparêz û nûnerên dezgehên siyasî tevlî rewrisma vekirina ofîsa PDK-T bûn. Serokê partiyê M. Emin Kardaş di rewrismê de axvtinek kir. Kardas di axvtina xwe de behsa rewşa siyasî û armancên partiyê kir.
Axaftina Mehmet Emîn Kardaş; Di Vekirina Ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya (PDK-T) de.
Mêhvanên ezîz, beşdarên bi rûmet, xebatkarên çapameniyê,xuşkû birayên hêja, welat perwerên qedir giran ez we hemûyan bi hestên xwe yî neteweyî ê herî berz û bilind rêz digirim û silav dikim.win bi xêr hatin. Gelî dost û hogirên qedir bilind,beşdarbûyina we a iro bona vekirina ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan Tirkiya ciyê şanazî û welatperweriyê ye. Serdana cenabê we di vê roja dîrokî de tête wê wetayê ko gele Kurd hêj xwedanê hêvî û hestên baweriya doza xwe a neteweyî ye.
Em bawerin ko beşdarbûna we dê di rojên pêşeroja me de bi rûmet bêtin nirxandin. Dema ko miletê Kurd xwediyê vê îradeya xurt bê. Naxwe peyvîrdariyeke zor û giran dikevê ser milê konavanên Kurd. Lewra konavanên Kurd xwe bi vî reng bi vê helwestê nîşanî miletê Kurd kirina ew mecburin ko vê pevirdariya xwe û erken xwe pêk bînin. Berêzan; cenabê we jê haydar e ko me di roja 21.12.2013 li bajarê Amedê bi amedeli amede bûyina hinek biraderên ko niha livirin û bi birrek nûnerên medya li hola dawatê a Qapla nê Partiya Demokrata Kurdistanê damazirand. Li Bakûrê Kurdistanê ev cara yek emîn bû ko Partiyeke bi navê Kurdistanê eşkere û bi fermî tête avakirin.
Armancên me eweye ye ko em li ser axa xwe bibin desthilatdar û xwe bi xwe îdare bikin. Dema em vê xebatê bikin, em dê axa kesekî dagir nekin, zilm û zorê li giyan û malê kesî nekin . em dê di rê û metodên rewa, xwedayî û xuzayî Navnetewayî û li gorî mafê ji bal dewletên yekbûyînî de û li gor
peymanên bo her neteweyan ko hatine pejirandin tevbigerin ev jî dibe sedema ko em bê tirs û bê şerm di tekoşeriya doza xwe de hawîl bidin.
Em bi her partî, xurup û Kurdên welat parêz re dikarin dostanî û hevkariyê bikin em tu hêz û xurup û kesayetan dijmin ê xwe nabînin her kes û rêxistin dikarin xeletiyên me rexne bikin, em jî dê xeletiyan rexne bikin lê pêvîste ev rexne hemî ji doza miletê me re, di rê û metodên rast û dirist de bibin pêşniyar, ne ko bibin sedemê tûndîtî yê û dijminatî yê.
Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya (PDK-T) ne li ser bigehê ti rêxistin û xûrûban hatiya damezrandin . Ev Partî îdeolojîk nîne lewra hemî îdeoloî ji netewa Kurd re biyanîne . Bes em li ser bingehê neteweya Kurdistanê û li ser rê û rêbazên hemî pêşewayên kurd û nemaze li ser teori , merxasî û dilsoziya berêz serokê nemir Mele Mistefa yê mezin bi rêdikevin.
Dengê damezrandina Partiya Demokrata Kurdistan Tirkiya (PDK-T) dê li dîwarê hundirê meclîsa dagirkerande levbigerê(yankılansin) Me xwest ko dengê doza rawa a miletekî mazlum hemî mirovên li welatê dagirkerande ko di danişin bibihîzê. Me xwest em rastiya ko her netewe li dinyayê bê çawa xwediyê mafê netewayî û xwezyî ne.pêvîte bêt bîr, fikr û ramana ko Kurd jî xwediyê wan mafên rewa xuzayî û neteweyi ne. Mafê wa jî heye ko li welatê xwe, xwe bi xwe îdare bikin. Ji bo na ev bête kirin me pêdiviyek hebû ko em partiyek îşkere, bi navê xwe (Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya avabikin me ew kir. Tekoşeriya me û tevgera me bang Li kesên dadwer, welatperwer azad û wjdanên bê alî dikin.
02.02.2014
Welat şerefe xebat ji bona welat rûmete.
Welatkî Azad, Miletkî Aram..
Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya (PDK-T)