PDKS Belgeya Oposizyona Sûriyê îmze nekir

 Sekretêrê Giştî ê Partiya Demokrata Kurd Li Sûriyê (Partî) D. Ebdûlhekîm Beşar di komcivîna Oposizyona Sûriyê ku îro li paytexta Sûriyê li Şamê bi dawî bû de,

Sekretêrê Giştî ê Partiya Demokrata Li Sûriyê (Partî) D. Ebdûlhekîm Beşar di komcivîna Oposizyona Sûriyê ku îro li paytexta Sûriyê li Şamê bi dawî bû de, nerazîbûna xwe di civînê de destnîşankir û belgeya Oposizyonê îmzenekir. Jêderekî pêbawer bi riya telefonê ji Avestakurd re ragihand; civîna ku şevê din li bajarê Şamê destpêkirbû û çend aliyên Oposizyona Erebî tê de amade bûbûn, îro belgeya komcivînê pêşkêş kirin, lê Sekretêrê Giştî ê Partiya Demokrata Kurd Li Sûriyê (Partî) D. Ebdûlhekîm Beşar li dijî belgeyê nerazîbûna xwe diyarkir û belge îmzenekir. Egerê neîmzekirinê ji aliyê jêderê pêbawer ve  hate gotin ku, di belgeyê de Sûriyê wek pareçeke ji dewletên Erebî hatiye destnîşan kirin bê ku nave kurdan were gotin.

 

Avestakurd

Nerîna min :