Polîtîk

Demirtaş: Em tenê bi mercekî diçin parlementoyê

Parlementerê Hakari yê  serbixwe Selehattin Demirtaş di daxuyaniyek ya xwe de got “ Emê herin parlementoyê lê bi mercekî“

Kriza ku neçuyina berendamên serbixwe ya parlementoyê berdewam e. Parlementerê Diyarbekirê Şerefettin Elçî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêwendî bi cigirê Erdogan, Huseyin Çelik re danî û xwest Erdogan bibîne. Erdogan bersiva daxwaziya Elçî bi rêya Huseyîn Çelik da û got:Eger bêne parlementoyê emê hev bibînin.

Di vê derbarê de Selehatin Demirtaş got:Tu pêwendiyên fermî  navbera me û Ak Partiyê de çênebûne. Jibo  hevdîtina li gel hukumetê û terafên din me komiteyek ji 4 kesan destnîşan kiriye.

Herweha Demirtaş daxuyaniya ku dayi rojnama Milliyetê dibêje: Şerefetin Elçî bi xwe xwestiyê Erdogan bibîne û ji bo vê jî bi xwe telephone Huseyin Çelik kiriye.

Demirtaş dibêje: Mercek me heye ku em herin parlementoyê, eger Ak parti li Diyarbekir ji nûve hilbijartina bike emê herin , wek din em naçin parlementoyê.

Back to top button