Pasdarên Îranê terorê dikin

Li Îranê rojnemevanekî kurd da diyarkirin ku, pasdarên Îranê bi hêceta têkbirina çêkdarên PKK û PJAK-ê li gundên tixûb operasyona çêdikin. Li gora ku rojnemevanê kurd dibêje, heta niha di van operasyonan de 22 hevwelatiyên kurd bi hêceta derbasbûna tixûb hatine kuştin.

Di vê derbarê de Kirmanc Xuresanî ji bo rojnama Evro got: Li Rojhilatê Kurdistanê zordariyek mezin destpêkiriye. Hêzên pasdarên îranê bi şev û roj li gundên ser tixûbê parêzgeha Urmiyê durpêç dikin û daxwazê ji welatiyên gundên ser tixûbê rojhelata Kurdistanê bi bakûr û başûrê Kurdistanê ve dikin ku çekê caşatiyê bihelgirin.

Nerîna min :