Hevpeyvîn

Bozyel: Divê Tirkiye derbasê sîstema federal bibe

lBayram Bozyel diyar kir ku Tirkiye pêdivî bi destûreke ku pêkhateya wê ya pirzimanî, piretnîkî û pirkulturî qebûl bike û cudabûnên heyî û mafên sereke desteber bike heye û kêmasiyên sîstema heyî bi pêdaçûn û serastkirinên biçûk çareser nabin û got, “Ev jî tê wê maneyê ku pêwîst e Tirkiye dest ji sîstema takrewî ya otorîter berde û derbasê sîstema federal bibe.”

Bozeyel berpirsiva pirsên AKnewsê yên têkildarî pêşhateyên dawîn yên siyasî yên li Tirkiyeyê da.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) Hatîp Dîcle ji parlamenteriyê xist, dadgehan 5 parlamenterên ku di Doza KCKê de girtî ne azad nekirin, namzedên serbixwe gotin heta ku pirsa heyî çareser nabe, ew naçin parlamentoya Tirkiyeyê. Hûn van pêşhateyan çawa dinirxînin?

Sîstema niha partiyên siyasî û hilbijartinan ku berhema rejîma faşîst a 12ê îlonê ye, li ser esasa qedexeyan ava bûye. Lewra hertim dibe sedema qeyranan û rê li ber hewlên demokratîkbûnê digire. Ev sîstema hanê di meseleya Hatîp Dîcle û parlamenterên din yên girtî de bû sedema qeyraneke din. Ev qeyrana dawîn nîşan dide ku Tirkiye nema dikare bi vê pêkhateya xwe bi rê ve biçe. Heye ku qeyrana dawîn, ji bo guhertina sîstema nedemokratîk , derfeteke nû çê bike.

Baş e, Tirkiye dê ji vê qeyranê çawa xelas bibe?

Pêwîst e bi awayekî bingehîn, pêdaçûn di sîstema niha ya Tirkiyeyê bê kirin û berî çêkirina destûra nû, sîstema partiyan û hilbijartinê, li ser standarên gerdûnî ji nû ve bê danîn. Xuya ye di vê mijarê erka sereke li ser milê AK Partiyê ye ku dengên ji sedî 50ê civakê wergirtiye.

Parlamenterên serbixwe biryara boykotkirina parlamentoyê dan, hin alî rexne li vê biryarê digirin û dibêjin ‘cihê çareseriyê parlamentoyê ye’. Nêrîna we di vê babetê de çiye?
 
Pirsên ku ji ber yasaya hilbijartin û partiyan û sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê çêdibin, ne nû ne. Pêdiviyeke demokrasiyê ye ku mirov li hemberî van kiryaran raweste. Boykotkirina parlamentoyê yek ji wan reaksiyonan e û mirov dikare hin awayên din yên reaksiyonê peyda bike. Hemû reaksiyonên li derveyî şîdetê, rewa ne. Helbet wext dê nîşan bide ka boykot dê pirsa heyî çareser bike an na. Lê bo teşhîrkirina çewtiya sîstema nedemokratîk ya niha û fişarxistina ser parlamentoyê daku vê pirsê çareser bike, çêdibe biryara boykotê  tesîra hişyariyê li ser aliyên têkildar bike.

Bi ya we helwesta AK Partiyê ya li hemberî vê mijarê çawa ye? Gelo helwesta wê digel helwesta wê ya “rêzgirtin li îradeya mîllet” ya ku hertim behsa dike, nakok e?

Xuya ye,di mijarên bi vî rengî de helwesta AK Partiyê digel standarên demokratîk nagunce. Nerazîbûn û reaksiyonên di dema Doza Girtina AK Partiyê de û  yên li hemberî darazê û biryarên wê, di bîra me de ne. AKP wê çaxê rexneya wê çendê li darazê digirt ku rêz li îradeya mîllet nagire û siyaseta sivîl xistiye bin kontrola xwe. AKP biryarên darazê yên li ser wê digot, “mudaxaleya bo ser siyaseta sivîl e”, bo biryarên ku dest li wê nedin jî dibêje, “pêwîst e rêxne li van biryaran bê girtin, biryarên daraza serbixwe ne” û bi vî rengî helwestên nakok nîşan dide.

Wek HAK-PAR, tevî ku hûn beşdarî Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê nebûn, bo yekîtiya kurdan, we pişgirî da namzedên blokê. Cara yekê di nav partiyê kurdî yên li Tirkiyeyê yekîtiyek çêbû. Gelo ji îro û pê de ev yekîtî dê çawa dom bike an pêwîst e dom bike?
 
Wek HAK-PAR bi armanca pişgiriya prosesa nêzîkbûna di navbera hêzên demokratîk yên neteweyê kurd de, me piştgirî da nazmedên serbixwe yên ku ji aliyê BDPê ve piştgirî lê dihat kirin. Di 4ê gulana 2011an de me wek HAK-PAR, BDP û KADEP deklarasyona (danezan) 7 xalî ragihand. Ev daxwazname teksteke hiqûqî ye ku dihêle partiyê kurdî pev re kar bikin. Çend mehên din emê bi armanca dewlemendkirin û bicihanîna vê deklarasyonê, dest bi hin xebatan bikin. Bi kurtî, prosesa nêzîhevbûn û pevrekarkirinê ya di dema hilbijartinê de dê di paşerojê de jî dom bike.

Karê pêşîn yê kurdan yê di prosesa dahatî de çi ye?

Karê pêşîn yên rojên dahatî, çêkirina destûreke nû ya ku tê de nasnameya gelê kurd û mafên wê yên sereke bên desteberkirin e. Wek aliyê kurd emê hewl bidin ku destûreke bi vî rengî bê çêkirin.  Her weha bo me gelekî girîng e ku pêwîst e bo lihevkirineke berfireh a li ser destûra nû ya Tirkiyeyê, em digel hêzên demokratîk û guherînxwaz têkiliyê deynin û gotûbêjê bikin.

Wek wek jî got Tirkiye dikeve prosesa çêkirina destûreke nû. HAK-PAR dixwaze destûreke çawa bê çêkirin?

Li Tirkiyeyê cara yekê derfeta bi rêya sivîlan çêkirina destûreke demokratîk tê bidexistin. Ji bo bi rastî em sûdê ji vê derfetê werbigirin, divê em di destûra nû de mafên sereke yên gelê kurd desteber bikin. pêdivî bi destûreke ku pêkhateya wê ya pirzimanî, piretnîkî û pirkulturî qebûl bike û cudabûnên heyî û mafên sereke desteber bike heye. Yanê pêwîst e Tirkiye dest ji sîstema tekrawî ya otorîter berde û derbasê sîstema federal bibe. Êdî hatiye fêmkirin ku kêmasiyên sîstema heyî bi pêdaçûn, guherîn û serastkirinên biçûk çareser nabin. Heta ku guherînên bingehîn çênebin, ne pirsa kurdî dê bê çareserkirin ne jî Tirkiyeyê dê bigihe demokrasiyeke rasteqîne.
 
Maweyek berê şandeyeke kurdî ku tu jî tê de bû, serdana Herêma Kurdistanê kir û digel birêz Barzanî gotûbêj li ser mijara konferansa neteweyî kiribû. Kar û çalakiyên we yên di vê mijarê de gihiştine çi qonaxî?

Me di hevdîtina xwe ya digel birêz Barzanî ya li 24ê gulana borî borî de di mijara sazkirina Konferansa Giştî ya Kurdistanê de li hev kiribû. Biryar hate dayîn, konferans dawiya vê salê li Hewlêrê bi beşdariya nûnerên hemû pêkhateyên herçar parçeyên Kurdistanê bi rê ve biçe. Amadekariyên konferansê dom dikin. Karûbarê amadekariyên konferansê zêdetir di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de tên birêvebirin. Emê jî di hin mijarên amadekariyan de alîkariyê bikin.

PORTRE / BAYRAM BOZYEL

Bayram Bozyel di sala 1961an de li gundê Akro yê Lîceya ser bi Diyarbekirê ji dayîk bûye. Derçûyê Beşê Têkiliyên Pîşesazî û Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê ye. Ji ber kar û çalakiyên xwe yên siyasî di darbeya 12ê îlonê de hate girtin û 5 sal di Zîndana Diyarbekirê de ma. Du pirtûkên wî yên bi navê “Bajarê ku xewnên min dixemlîne” û “Zîndana Diyarbekira ya nimre 5ê” hatine çapkirin ku tê de behsa rûdanên di Zîndana Diyarbekirê de dike. Bozyel di Kongreya Asayî ya 3ê ya HAK-PARê de bû serokê giştî yê wê partiyê.

Hevpeyvîn: Kemal Avci
Werger: ed

(Aknews)

Back to top button