Cîhan

Kurdên Azerbeycanê doza mafên xwe dikin

Kurdên Azerbaycanê dewa dew-dozaxwe tikin

Îro li ser bajarê Azerbaycanê Bakuyê, ji alîyê sernivîsarê rojnama “Dîplomat“-ê Tahir Silêman û serokê cîwanên Azerbaycanê Nîcat Cebrailov li “Navenda Çapemenîya Navnetewî“, ser pirsa “Rewşa cîwanên Azerbaycanê“ û “1905-1920-ê sale ji alîyê daşnakên ermenî komkûjîya 800 000 kurd“ konfêransa çapemenîyê hate derbaskirin.

Li konfêransê rewşa cîwanên kurdên Azerbaycanê hate niqaş kirin û dew serokê Azerbaycanê Îlham Elîyêv hat kirin wekî harîkarîya aborî bidine cîwanên kurdên Azerbaycanê wekî kûrsên zimanên kurdî bê vekirin, kurd fêrî zimanê zikmakî bibin, komên folklore bêne saz kirin, komên şanoyê bêne amide kirin wekî pêşîya asîmîlîyasonê bê sekinandin, kurd erf û edetêxwe bikaribin xadî bikin.

Sernivîsarê rojnama “Dîplomat“ Tahir Silêman Ser pisa “komkujîya 800 000 kurdên Bakurê Kurdistanê“ wekî ji alîyên daşnakên ermenî 1905-1920- sale hatine qetil kirin ji belgên-dokumêntên arşîvên ermenîyan û rusan behs kir û agahî da rojnamevanan.

Niha hemu çapemenîyên Azerbaycanêye nijatparêz,  bona vê prês konfêrênsayê êrişî sernivîsarê rojnama “Dîplomat“-ê Tahir Silêman dikin. Wekî ew propaqanda PKK-ê li Azerbaycanê dike û paşwextîyê Azerbaycan jî wê bikeve rewşa Turkîyayê.

http://www.musavat.com/new/G%C3%BCnd%C9%99m/103318-PKK_AZ%C6%8FRBAYCANI_DA_QARI%C5%9EDIRIR

http://www.azadliq.az/index.php?option=com_content&view=section&layout=blog&id=17&Itemid=539

Amadekar :Tahir Silêman

Back to top button