PDK û YNK: Ji bo berjewendiya gelê me, divê em li Bexda yek bin
Polîtboruyên PDKê û YNKê îro li Hewlêrê civiyan û çawaniya beşdariya Kurd di hikûmeta Bexdayê de, yekrêzî û rewşa navxweyî ya li Kurdistanê û herwiha rewşa Kerkûkê gotûbêj kirin.Îro polîtboruyên Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serpireştiya Serok Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî li bajarokê Selahedîn a ser bi Hewlêrê ve civiyan û çend mijarên giring gotûbêj kirin.Piştî bi dawî hatina civînê jî her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş dan. Di daxuyaniyê de tê gotin, ku piştî gotûbêjkirin û nirxandina çend mijarên giring di civînê de, têkildarî wan mijaran biryarên pêwîst jî hatin dan.Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser yekhelwestî û karê hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de li Bexdayê kirine. Her du alî dibêjin: “Ji ber berjewendiya gelê me û hestyariya rewşê, her du alî tekezî li ser yekhelwestî û pêkve karkirina li Bexdayê û Kurdistanê dikin û bo vê armancê jî berdewam di pêwnediyê de dibin û amadekariyên pêwîst encam didin.”Herwiha amaje bi rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û beşdariya aliyan di proseya siyasî de hatiye kirin û tê gotin: “Her weke ku di demên bihorî de me bi aşkere ragihandiye, ji bo yekrêziya navmala Kurdistanê û beşdariya hemû aliyên beşdar di proseya siyasî de, em hemû aliyan ji bo civîneke hevbeş vedixwînin, û bo vê mebestê jî komîteyek hat erkdarkirin bo amadekirina pêdawîstiyên vê civînê.”Polîtboruyên PDKê û YNKê herwiha di civîna xwe de behsa rewşa Kerkûkê jî kirine û dane xuyakirin: “Ji ber hestyariya rewşa Kerkûkê û pêwîstiya çareserkirina wê, biryar hat dan ew komîteya ku di civîna berê de hatibû pêkanîn, dest bi karên xwe bike, bo nirxandin û avêtina pêngavên pêwîst.”