Polîtîk

PDK û YNK ji bo 4 salan rêkeftinekî îmze dikin

Reşnivîsa rêkeftina PDK û YNKê temam bû û radestî her du polîtburoyên PDK û YNKê bû. Bi gotina berpirsên her du aliyan, naveroka wê reşnivîsê pirsgirêkên di navbera PDK û YNKê yên li ser pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerkûk, Bexda û proseya siyasî çareser dibin.

Berpirsê Liqê 16 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bilind Îsmaîl ji K24ê re ragihand, ew rêkeftin rêkeftineke siyasî ya giştgîr e û gelek waran lixwe digire. Reşnivîs hatiye amadekirin û polîtburoyên PDK û YNKê guftûgoyê li ser dikin û dê demeke nêzîk de bê ragihandin.

Derbarê pirsa Kerkûk û Bexdayê jî, Bilind Îsmaîl da zanîn, komîteke hevbeş di navbera PDK û YNKê ji bo mebestê pêk hatiye û kar li ser pirsgirêkên Kerkûk û Bexdayê dikin.

Pêştir nerîna PDKê ew bû, nabe guftûgo li ser postên Hewlêr, Bexda û Kerkûk bi hev re bê kirin, lê niha her du alî lihev kirine ku komîteyên taybet ji hev bên cudakirin, vê yekê jî nermiyek ji aliyê her du aliyan ve dirust kiriye.

Li ser vê pêngavê jî YNK dibêje ev rêkeftineke girîng e û bi “Dayika rêkeftinan” binav dike û di wê baweriyê de ku ev rêkeftin hemû pirsgirêkan çareser bike.

Di wê derbarê de Cîgirê Berpirsê Mabenda 3 ê Hewlêrê ya YNKê Rêbwar Îsmaîl dibêje: “Ji bilî ku ew rêkeftineke giştgîr e ku dê çareseriya tevahiya pirsgirêkan bike, ti bijardeyeke din li pêş YNK û PDKê tune ye, divê YNK û PDKê rêkeftineke giştgîr îmze bikin û Herêma Kurdistanê ji qonaxa niha veguhêzin qonaxeke bihêz û bikarîn, ta ku Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Di dîroka PDK û YNKê de 3 rêkeftin di navbera wan de hatin îmzekirin, niha jî gav ji bo rêkeftina 4emîn tên avêtin, her du alî jî vê rêkeftina bi girîng dizanin.

 

Back to top button