Polîtîk

PDK-T serdana Serok Barzanî ya Tirkîyê dinirxîne

Berdevkê Partî Demokrat a Tirkiye Rojhat Amedî serdana Serok Barzanî ya Stenbolê ji K24ê re nirxand.Amedî balkişand ser mijara serxwebûnê û got; “Du babetên girîng hene ku li ser bê axaftin div ê serdana Serok Barzanî ya Tirkîye de. Yek ji vana serxwebûna Kurdistanê ye ku statuyekî gelekî girîng e bo paşeroja miletê Kurd.”Amedî li ser sedemên din ên vê serdanê jî nêrînên xwe dîyar kir û herweha got; “Li bakûrê welatê me li dû çareseriyekê tê gerandin ku ew kêşe îro xetimiye. Ji bona dubare li ser vê kêşeyê guftugo were kirin û ev pêvajoya aşitiyê dubare were dest pê kirin.”Berdevkê PDK-Tê Rojhat Amedî di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser şîretên Serok Barzanî yên bo bakûrê Kurdistanê û got ku; “Ji bo xeletiyên ku heta niha hatine kirin neyên dubarekirin, divê şîretên Serok Barzanî cidî bene girtin.”https://www.youtube.com/watch?v=a3cfED1YMXY

Back to top button