PDK-T hate pejirandin

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (PDK-T) bi awayek fermi hate pejirandin.

PDK-T roja 3.1.2014ê serî li wezereta navxwe ya Tirkiye da û xwest bibe fermî. Niha jî li gora daxuyaniya serokê partiyê M.Emin Kardaş ev partî bi awayek fermî hatiye pejirandin.

Bê guman ev di dîroka siyasî ya Tirkiye de cara yekem e ku partiyek bi vî navî tê qebûl kirin. Tê zanîn ku PDK-T ji aliyê  tekoşerê mezin Seîd Elçî û hevalên wî ve sala 1965ê hatiye damezirandin.  PDK-T , îro jî vekirî xebata xwe ya ji bo destkeftina mafên rewa yê kurdan eşkere xebata xwe dike.

Di vê derbarê de PDK-T daxuyaniyek belav kir.

 

MIZGÎNÎ JI RAYA GIŞTÎRE!

Di roja 03.01.2014’de me ji bo damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê  -Tirkiya serlêdan li wezareta navxwe a Tirkiye yê kir. em bi sabrike dirêj berdengî  bersivê  man, piştî serlêdanê 2 mah û 20 roja  berpirsiyarên wezareta navxe 22.04.2014’de(îro) ji mere peyam hat gotin “Partiya we hatiye pejirandin”. Em ji xwedê hêvîdarin ko ev rûdana civakî ji hemî Kurd û însanan re bixêr bicirê. 22.04.2014

Serokê Giştî   Ê Partiya Demokrata Kurdistan Tirkiya (PDK-T)

Mehmet Emîn KARDAŞ

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: