Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke Partiya Komonîsta Çînê a bi serokatiya Yang Yanhwa cîgirê rêvebirê giştiyê ofîsa Rojavayê Asiyayê û Bakurê Efrîqyayê kir.

Di civînekê de ku, duhî roja 21.04.2014ê li bajarê Hewlêrê birêve çû, Mistefa tekîd li ser giringiya mokimkirina têkeliyên navbera Kurdistan û Çînê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê lêdixebite bazineyê têkeliyên xwe bi cîhanê re berfireh bike.

Serokê şandeya Partiya Komonîsta Çînê behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û go:

           Ew dixwazin di çarçoveya têkeliyên xwe yên bi Îraqê re, têkeliyan di navbera gelê çînî û gelê kurd de dirust bikin. Di vê serdanê de em bi pêşkeftinên herêma Kurdsitanê ecêbgirtî man û me hest bi pêşwaziyeke gerim ji aliyê gelê kurd ve kir. Îstîqrar civakî û siyasî û hebûna emniyet û aramiyê li herêma Kurdistanê bala me kişand û ev yek jî cîyê dilxweşiyê ye. Ew pêşkeftina ber bi çav a li herêma Kurdistanê heye bervajiya wê yekê ye ku, mediya li ser Îraqê bi giştî behis dike. Ew aramiya li Kurdistanê heye dê ji bo têkeliyên aborî, bazirganî, siyasî û civakî di navbera Çîn û Kurdistanê de xaleke bihêz be.

Şandeya Komara Çînê diyar kir ku, amadekariyên vekirina konsulxaneya Çînê li Hewlêrê timam bûne û di demek nêzîk de ew konsulxane dê bi fermê bê vekirin û dê di warê pêşxistina têkeliyên her du aliyan de roleke ber bi çavan bilîze. Vekirina konsulxaneyê dê ji bo hatina şirket û kompaniyên çînî bo herêma Kurdistanê alîkar be û ”em bajarê Hewlêrê weke bajarê Şanghay dibînin ku, di gelek waran de gelek geş bûye.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: