Polîtîk

PDK: Rojavayê Kurdistan ne milkê partiyekê bi tenê ye

Berdevkê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Ceifer Emînîkî, ragihand hinek medya û berpirsên ser bi “baskê radîkal” ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), tohmetên bêbingeh bi PDKê ve dikin û daxuyaniyên nersat derbarê pêvajoya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê û Kongreya Netewî ya Kurd didin û dixwazin rastita rewşa Rojavayê Kurdistanê şêlû bikin. 

Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya PDKê, hatiye belavkirin, tê gotin ku ji destpêka bûyerên Sûriyê û heta îro, PDKê li himber doza rewa ya kurd li Rojavayê Kurdistanê helwêsteke netewî, kurdistanî, demokratîk û mirovdosatne nîşan daye û li ser astê herêm, navçe û cîhanê bi hemû kanalên siyasî, dîplomatîk, medya û bi awayên fermî û nefermî piştgiriya xwe ji bo alîkarî û yekxistina gotara kurdên Rojavayê Kurdistanê dupat kiriye, û ev hewlêst beşeke ji siyaseta PDKê û ev helwest li himberê doza rewa ya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê nayê guhertin. 

Berdevkê Polîtburoya PDKê tekez kir ku “Ji niha û bi şûn de, wek berê, em dê bi hemû şiyanên siyasî, dîplomatîk, mirovî, madî û meinewî piştgiriya xûşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin, û me ev yek bi pratîkî piştrast kiriye.” 

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ev hewlêsta PDKê a bingehîn e û nayê guhertin û bi ti awayekî reftarên PYDê bandorê li ser hewlêsta wan nake, ku di vê dawiyê de PYD bi arasteya partiya take alî û sepandina siyaseta “Partiya serkirde”, û wek partiyên totalîtar, propegendayeke vala û bi piştgireya rasterast ya hin kesên diyar di nav serkirdatiya PKKê de encam dide. 

Ceifer Êminkî behsa wan kesên di nava serkirdatiya PKKê de dike û dibêje:

          Ew baskê tundrew yê di nav PKKê de destê xwe dixe nav karûbarên Rojavayê Kurdistanê, û dixwaze bi bazarên cihê gomanê di rêya baskê xwe, PYDê, re ajandayek din cî bi cî bike û hemû hewlekê ji bo yekdengî û hevkariya aliyên Kurdî têk dibin. Carek din em tekez dikin ku Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê milkê partiyekê ye, û rêkeftina Hewlêrê çarçoveyeke guncaw û minasib e bo pêkanîna komdengiya niştimanî, lewma pêwîste ew rêkefrtin bibe referansa hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê, ku PDK hemû alîkariyekê li wê referansê dike.

Derbarê Kongreya Netewî ya Kurd de jî di daxuyaniyê de wiha hatiye ziman:

          Em careke din tekez dikin ku pêwîste ev kongre li ser bingeha bawerî, biratî û komdengiya hêzên siyasî yên Kurdistanê bê lidarxistin, lewma pêwîste hemû alî bizanin ku kongreya netewî bi mercên pêşwext nayê girêdan. Eqliyeta sepandina mercan bi xwe arşîeyeke bo kongreya netewî. Lewma em tekez dikin ku kongreyê netewî milkê hemû Kurdan e ne bi tenê yê aliyekî ye ku bixwaze merc û edebiyata xwe bi ser de bisepîne. Pêwîste nûnerên kongreyê, nûnerên gelê Kurd bin, ne bi tenê nûnerên patiyekê bin. Destpêkirina şerê ragihandinê li dijî PDKê di vê demê de, armanc jê têkdana komdengiya niştimanî ye, û hewldane bo çêkirina keleman li pêşiya kongreya netewî.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PDKê berê, niha û di pêşerojê de, berdewam dibe li ser şopandina rêbaza kurdayetî û dîroka pir serwerî li Mehabad û destana Aras heta Îlon û Gulanê û Serhildanê, baweriya xelkê Kurdistanê bidest xist, û îro jî faktorekî siyasî yê bihêz e li ser qada herêmî û cîhanê, û alîkareke mezin e bo proseya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, serdana serok Barzanî ya Amedê, nîşana rol û pêgeha Serok e li Bakûr û di nav proseya aştiyê de. Baştire ku ew alî li şûna propegendayên bêbingeh, bi awayekî lojîkî siyasetê bikin û hemû hewlên xwe bikin bo serxistina proseya aştiyê. Lê diyare aştî zirarê dighîne baskê tundrew di nava PKKê de, lewma ew hewl didin ku proseya aştiyê li Bakûr sernekeve.”

Di dawiya daxuyaniyê de, berdevkê polîtburoya PDKê wih ragihand:

          Em bi pêwîst dizanin ku raya giştî ya Kurdistanê haydar bikin ku rastiya nameya di navbera serok Barzanî û birêz Ocalan de di rêya Leyla Zana re nîşana bawerî û hevdengiyê ye di navbera wan de, û mafê ti kesî nîne ku li ser vê baweriyê biaxive û hewl bide naveroka nameyê bi dilê xwe têk bide.  Em hemû hewlên xwe didin bo mebesta girêdana kongreyê netewî, serxistina proseya aştiyê li Bakûrê Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya Rojavayê Kurdistanê. (Rûdaw)

Back to top button