Malper/Polîtîk/Tevgera Ciwanên Kurd bersiva Hevalbendên Esad dan Polîtîk Tevgera Ciwanên Kurd bersiva Hevalbendên Esad dan 21/02/2014 Facebook X LinkedIn Pinterest Reddit WhatsApp Telegram Li bajarê Qamişlo û li dijî xwepêşandan roja çarşemê ya alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed a ku li heman bajarî derketibû, xwepêşandanek hat lidarxistin.\n\nPeymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku xwepêşandanê îro saet 1ê piştî nîvro bi dema Qamişlo li ber mizgefta el-Farisî li taxa Enteriyê destpêkir û bê ti astengî bi dawî hat.\n\nPeyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di xwepêşandanê de bi tenê nêzîkî 200 kes beşdar bûn di nav de jî hejmarek gelek kêm a sekirdeyên partiyên Kurd hebû.\n\nXwepêşandana îro li ser banga Desteya Giştî ya Ciwanên Kurd bû ku di bangewaza xwe de gotibû “xwepêşandna wan ya îro wek bersivdanekê ye li ser xwepêşanda roja çarşemê ya alîgirên Esed e”.\n\nRoja çarşemê ya borî, bi hezaran kes tevlî xwepêşandanek li bajarê Qamişlo bûn ku ji bo piştgirîkirina Beşar Esed derketibû. Hat gotin ku xwendekarên dibistanan û fermanber di bin gefa dûrxistina wan ji dewam û fermanberiyê de tevlî xwepêşandanê bûbûn. 21/02/2014 Facebook X LinkedIn Pinterest Reddit WhatsApp Telegram Parvekirin Facebook X LinkedIn Tumblr Pinterest Reddit WhatsApp Telegram Parve bike Bide çapê