Hevpeyvîn

Eger derfet ji jinê re çêbibe dê ji zilam çalaktir be

 

 Berpirsa Rêxistina Jinan li Koye û çalakvana di warê civaka sivîl de, Sazgar Dilşad, di hevpeyvînekê de ligel BasNewsê ragehand ku eger jin beşdarî hemû warên jiyanê bibin, ew ê xizmetek baş bighînin civakê. Herwiha eşkere kir ku siyasetmedarên Kurdistanê nahêlin jinên wan tevlî karê siyasî bibin. Derbarê rewşa jinê de Sazgar wiha bersiva çend pirsên BasNewsê da:

Bas: Bi nêrîna we, çima her tim bi hişyarî behsa jinên tê kirin?

Sazgar Dilşad: Em di nav civakeke girtî de ne, piraniya bend û rêgiran jî ji bo jinê hatine danîn, heta astekê jî axaftin jî ji jinê re heram kirine, dema dibêjin ”Jina şermîn şarekî-bajarekî tîne” wiha li jinê kirine ku bê deng bin û bêdengî bo jinê peyda kirine, jin xistine çarçoveyeke gelek teng de, û her gavek bo derveyî wê çarçoveyê, ew bi dûrketin tê zanîn.

Hûn çawa karînên jinê di rêvebirina warên jiyanê de dibînin?

Eger em li wan waran binêrin ku jin tê de beşdar in, emê bibînin ku jinê gelek çalak û serkeftî hene, di nava karên siyaset û hikûmetê de beşdariyeke wan ya baş heye, jina parlamenter, wezîr, mamosteya zanîngehê, çalakvana civaka sivîl, qeymeqam, dadwer, rêvebera giştî û parêzer jî li Herêma Kurdistanê hene, û eger derfetek bo wan bê dayîn, ew dê gelekî ji zilaman bihêztir bibin.

Lê jin di warê siyasetê de kêmtir tên dîtin, gelo çima?

Piraniya beşdarbûyên siyasetê di civaka me de zilam in û jin kêm in, pirsgirêkek heye di nav zilamên siyasetmedar de, dema ku zilamek di pileyeke bilind de ye, ew bi tu awayî ne amade ye ku dayik, xwîşk, keç an jina xwe bîne nav karê siyastê û rê nîşanî wan bide.

Yan em hinek car dibînin ku dema jin mêr dike-dizewice, yekser dest ji karê xwe berdide, ev yek jî nîaşn dide ku zilam ne hevkar in bo berdewamiya jinên wan di nav warên jiyanê de, bi awayekî giştî malbat ne alîkar e da jin têkeve warê siyasetê de.

Li gor hinek eksan, di nav siyastê de divhe jin laşê xwe bikin qurbanî heta pêş bikevin, gelo ev yek raste?

Ez ne ligel vê nêrînê me, lê eger heye ku di hinek rewşan de jin rûbirûyê şidetê bibe, eger em vêna yek ji wan rewşan bibînin, di hemû warên jiyanê de rewşên wiha hene, lê ev nayê wê watayê ku di siyasetê de divê jin laşê xwe bikin qurbanî, helbet jin di nav siyasetê de gelek hişiyarin û bi awayekî jîrtir danûstandinê ligel derdora xwe dikin.

 

Zamdar Ehmed/BasNews

 

Back to top button