PDK: Parlemento demek nêzîk de aktîv dibe

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Ehmed ragihand, biryar e di çend rojên bê de parlementoya Kurdistanê bê aktîvkirin.Berdevkê PDKê Mehmûd Ehmed ji K24ê re ragihand, “Paşxistina aktîvkirina parlementoyê ji ber wê yekê bû, da ku hemû alî beşdarbin. Ligel YNKê me hemû hewlek da, bo Tevgera Goranê û Komela Îslamî beşdar bin. Lê hîna wan biryara xwe nedane.”Berdevkê PDKê Berdevkê PDKê got jî: “Heta niha roja aktîvkirina parlementoyê nehatiye diyarkirin, lê bêgûman di çend rojên bê de tê aktîvkirin.”Mehmûd Ehmed aşkere kir jî, duh YNKê navê xwe li Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê tomar kir û di çend rojên bê de dest bi bangeşeya referandûmê dike. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: