
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo 76emîn salvegera damezrandina PDKê û roja jidayikbûna Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi minasebeta 76mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û roja jidayikbûna cenabê Serok Barzanî, pîrozbahiyên germ pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, Serkirdatî, endam, alîgir û dostên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim û hêvî dikim weke her tim, partî berdewam be li ser pêşkeftin û pêşengatîkirinê de.”
Serokwezîr da zanîn: “76 sal e partî weke hizb û tevgereke girseyî û Kurdistanî, bêyî rawestan û dabiran, rêbertiya bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê dike, heta niha jî berdewam e li ser xebat û têkoşîna xwe ya ji bo dabînkirina mafên netewî û nîştimanî û parastina destekftiyên gelê Kurdistanê.”
Herwiha destnîşan kir: “Di nava pêvajoyên curbicur ên xebat û têkoşîna partî de, rixmî tevahiya gef, planên neyar û nehezan û rojên dijwar yên berevanî, partî bi tenê bo çend deqîqeyan jî li ser mafên xelkê Kurdistanê tu tawîzek nedaye û nade û her gava ku metirsiyek jî ji bo ser Kurdistanê hebûbe, partî weke her tim, di çeperên eniyên pêş ên berevanîkirin û parastina şikoya Kurdistanê bûye, ji ber vê çendê endamên partî, serfiraz in ku xwedan hizbeke nîştimanî û rêbertî û Serokekin ku, her tim di nava çeperên eniyên pêş yên berevanî de li gel pêşmergeyên qehreman ji bo berevanîkirin û bilind re girtina şikoya xelkê Kurdistanê de, bûye.”
Di berdewamiyê de got: “Şanaziyeke din a dîroka tije ji serfiraziya partî weke partiyeke Kurdistanî, ew e ku berdewam berevanî ji mafên mirov, mafên pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê de kiriye û her tim parêzerê mafên tevahiya çînên cuda yên Kurdistanê ye, partî bi berdewamî kar dike ji bo pêş de birina çanda bi hev re jiyana aştiyane û bihêztirkirina çanda lêborînê li Kurdistanê.”
Herî dawî eşkere kir: “Di salvegera damezrandina partî de, silav li damezrênerê partî û Rêberê nîştimanî yê xwe Misetefa Barzaniyê Nemir û kak Îdrîsê hertim zindî û tevahiya şehîdên Kurdistanê dikin.”