PolîtîkRojev

16’ê Tebaxê roja mezin, geş û berhemdar a gelê Kurd pîroz be

Daxuyaniya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi minesebeta 76.mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê .

Hemwelatiyên hêja,

Malbatên serbilindên şehîd û pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê,

Kadro, endam, dost û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê,

Îro 16ê Tebaxê roja mezin, geş û berhemdar a gelê me ye, li gel birêz Serok Barzanî.

Di 16’ê Tebaxa 1946’an de di tarîtiya zulm û zordariyê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hate damezrandin û ji bo azadiya gel, ax û welatê xwe têkoşîneke bênavber da meşandin. Bi salan e ku dastawîxa li eniyên herî pêş ên fedekariyê ye û bûye nasnameya kurdayetiyê, gav bi gav li gor şert û derfetan gelek destkeftî ji bo gelê kurd bi dest xistiye.

Çareserkirina girêka psîkolojîk a bindestiyê û afirandina hêviyê ji bo kurên gel; derketina Şoreşa Mezin a Îlonê û qurbaniyên wê û Peymana 11ê Adarê; Teslîmî komploya xerab a Cezayîrê, şikandina çerxa û gurkirina Şoreşa Milî ya Gulanê, ku wê demê û niha tijî hêz, hêvî û serhildana neteweyî bû; Plansaziya jîr û nexşeya serhildana Adara 1991ê û serkirdayetiya Eniya Kurdistanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve û piştre xwedîderketina li yekem manîfestoya hilbijartinên demokratîk a gel, ku Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe ya dîrokî di 22.03.1991ê de pêşkêş kir.

Li Koyê; têkçûna artêşa rejîma Baas piştî mîtînga milyonî; Beşdarbûna di avakirina yekem parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pêşxistina saziyên din ên Kurdistanê û biryara federalîzmê; Beşdarbûna çalak di proseya rûxandina rejîma Beis, proseya avakirina Îraqeke nû û nivîsandina destûra bingehîn a Îraqê; Rûbirûbûna wêrek ya li gel rêxistina terorîst a DAIŞê û taca destkeftan jî referanduma serxwebûnê bû, ku dê heta hetayê bibe şanaziya welatparêzên Kurdistanê û wek stêrkek li esmanê Kurdistanê bibiriqe.

Gelê Kurdistanê yê hêja, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo pêşketina civakî, başbûna aborî, geşepêdana çandî û dabînkirina jiyaneke herî baş ji bo hevwelatiyan, têkoşîna aştî, azadî, demokrasî, pêkvejiyana olî, etnîkî û siyasî dide. Ji bo van armancan berdewam bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal re ji bo Kurdistaneke bihêz û jiyaneke baştir dixebitin.

Hevwelatî, kadro, endam, dost û hezkiriyên Partiya Demokrata Kurdistanê, di dema ku em vê salroja birûmet pîroz dikin, herêm, Iraq û Kurdistan di qonaxeke hestiyar û dijwar re derbas dibin, Partiya Demokrat a Kurdistanê hertim li ber çavê xwe ye, aştî, çareserî û yekitiya navxweyî, destûra hertimî ya Iraqê û lihevkirin û lihevhatina li gel Bexdayê weke bingehê çareseriyê dibîne.

Bi vê helkefta pîroz em silav li giyanê pakê şehîdên Kurdistanê, şehîdên serbilind ên ku bi xwîna ala xwe Kurdistan bilind kirin.

Ev derfeteke zêrîne ku em spasiya dilsozî, sebir û xebata serkirdayetî, kadro, endam, dost û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bikin, ku Pêşmergeyên di tengasiyan de û çiraya aramiyê ne. Serkeftin ji bo gelê Kurd, ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê ku ji bo gelê Kurd û pêkanîna xeyalên xwe yên kevnar hatiye damezrandin.

16’ê Tebaxê roja mezin, geş û berhemdar a gelê Kurd pîroz be.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

Back to top button