Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan ku bidest Kurdistan24ê ketine, Partiya Demokrat a Kurdistanê piraniya dengan aniye û li gorî aliyên beşdar li parêzgeha Silêmaniyê, saxtekariyeke mezin û eşkere hatiye kirin.Her li gorî zanyariyan Partî li parêzgeha Hewlêrê û Dihokê be rêjeyeke mezin li pêşya aliyên din e û yekem e, herwiha li parêzgeha Nînewa jî Partî yekem e.Li parêzgeha Silêmaniyê bi sedema destkarîkirin û saxtekariya rêxistî, di demekê de ku bêtirî 80 hezar endamên Partî hene, tenê nêzîkî 27000 deng ji Partî re hatine.Ji ber ku parêzgeha Kerkûkê jî di bin dagîrkariya hêzên Heşda Şeibî de ye, ku bi alîkariya hin berpirsên aliyekî siyasî di Cotmeha sala derbasbûyî de çekdarên Heşdê derbasî Kekrûkê û Xurmatû û navçeyên din yên Kurdistanî bûn, Partî li wê parêzgehê hilbijartin baykot kir.Li gorî daxuyaniyên berpirsên Komisyona Hilbijartinan, biryar e heya sibe encam bên yekalîkirin.Ji koma 428 bingehên dengdanê, encamên 389 bingehan hatine yekalîkirin û encamên wan jî bi vê awayî ne.Parêzgeha Hewlêr:Partî 222106Yekîtî 56064Nifşê Nû-Şasiwar 52948Hevpeymanî-Berhem Salih 36582Komela Islamî 34156Goran 29688Yekgirtû 17569Nesir-Heyder Ebadî 546Koma giştî ya dengan 449659Parêzgeha Dihokê:Partî 298948Yekgirtû 38376Hevpeymanî-Berhem Salih 23641Yekîtî 23020Komela Islamî 3651Goran 3385Nesir-Heyder Ebadî 882Koma giştî ya dengan 408292 Parêzgeha NînewaPartî 78750Yekîtî 11168Nesir-Heyder Ebadî 2751Lîsta Niştman-Goran+Komela Islamî+Hevpeymanî 2026Fetih 1258Nînewa Hewîyetuna 1173El-Qerar El-Iraqî 1067Teyar El-Hikme 184Koma giştî ya dengan 98414 Parêzgeha SilêmaniyêYekîtî 136400Goran 96418Nifşê Nû-Şasiwar 39356Komela Islamî 29439Partî 27021Hevpeymanî-Berhem Salih 26569Yekgirtû 16223Teyar El-Hikme 1074Nesir-Heyder Ebadî 409Koma giştî ya dengan 3728999Ev encamana ne yên dawî ne, ji ber ku heya niha hejmartina dengan li hin bingehan bidawî nebûye û li parêzgeha Silêmaniyê jî aliyên beşdar dibêjin ku saxtekariyeke mezin çêbûye, lewra ew daxwaz dikin ku deng bidestan nek bi amêrên eliktironî bên hejimartin.K24/N.O
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close