Polîtîk

PDK ji boyekrêziya siyasî fedakariyê dike

PDK piştî rêkeftina bi YNK û Tevgera Goran re çend kursî û wezaretan werdigre. Berpirsekî PDKê jî dibêje, armanca PDK avakirina hikûmeteke bihêz e û PDK xema yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdistanê dixwe, ne xema kursî û postan.

Derbarê kursiyên ku dê PDK di hikûmeta nû ya Kurdistanê de werbigre, Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK dê van kursiyan werbigre: Serokê Herêma Kurdistanê, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, cîgirê serokê parlamento, wezîrê navxwe, encûmena asayişê, wezareta perwerde, wezareta tendirûstiyê û çend deste û dezgehên din ên hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Xesro Goran dibêje: “Li cem PDK post û kursî ne girîng in, PDK xema yekrêziya partiyên siyasî dixwe ne ya kursî û wezaretan. Armanca PDK avakirina hikûmeteke bihêz e, ji bo ku destkeftên zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê bidest bên. PDK herdem ji para xwe daye partiyên din, ji ber ku em xema yekîtiya navmala Kurdî dixwin.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Di hikûmeta nû de dê wezaretek ji bo pêkhateyan jî be. Kes bi qed PDK xema pêkhateyan jî naxwe. Em mizgîniyê didin xelkê Kurdistanê ku heta cejna Remezanê dê hikûmeta nû hatibe avakirin.”

 

Back to top button