Polîtîk

PDK: Em naxwazin şaşî û pirsgirêkên berê dubare bibin

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê red kir ku partiya wî pêvajoya siyasî ya Iraqê boykot kiriye û got ku, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê ji bo rêgirtina li dubarebûna pirsgirêkên berê di kabîneya nû ya Iraqê de ye.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed got, “Me pêvajoya siyasî û avakirina hikûmetê bi vî rengî boykot nekiriye, lê tenê karmend, parlamenter û wezîrên xwe vexwendine ku şêwir bikin û rewşê binirxînin.”

Der barê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê bo Bexdayê de, Mehmûd Mihemed got ku armanca serdanê nîqaşkirina avakirina kabîneya nû ya Iraqê ye.

Berdevk rave kir ku armanca sereke ew e ku di pêşerojê de çarçoveyek hevrêziyê li ser çawaniya avakirin û birêvebirina welêt were afirandin, da ku astengiyên ku berê ji bo Herêma Kurdistanê û gelê wê derketine holê, bi tevahî werin çareserkirin.

Back to top button