Civak

PDK dizane niha dema serxwebûnê ye

Pisporek di warê dîrokî de dibêje, hewldan bo serxwebûnê serweriyeke mezin e bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û di dîrokê de berdewam diruşmên PDKê guncaw bûn, lewma PDKê baş dizane ku niha dema serxwebûnê ye ku bê ragihandin.Profesorê dîrokê û mamosteyê zanîngehê Dr. Selam Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Peymannameya Saykis Bîko 29 roj jê re maye ku 100 sal bi ser de derbas bibe, ku di 16-5-1916ê de hat pêkanîn. Niha DAIŞ hatiye vê navçeyê û li ser erdê ew rêkeftin bi dawî hatiye. Di sedeya borî e gellek pisporan digotin ku Kurdistan dê bibe dewlet û herwiha Tunis û Darfur û Emazîxî li Merakiş û şîe û sune li Iraqê dê bibin xwedî dewlet.”Wî pisporê kurd derbarê hewlên Serok Barzanî bo serxwebûnê, ragihand:“Herêma Kurdistanê xwestiye pêwendiya xwe ligel Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê baş bike, lewma Siûdiyê konsulxaneya xwe vekir. Hewlên Serok Barzanî bo serxwebûnê pir girîng in û bala welatan bo Herêma Kurdistanêkişandiye û di hevpeyvîna xwe ya dawî de ligel televizyona Aljazeera de eşkere kir ku welatên Ewropa û Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.”Dr. Selam Xoşnaw wiha got: “Pêwîst e em navmala xwe ya Kurdistanê rêk bixin û bikin yak û ti kes astengiyan ji hewlên Serok Barzanî re dernexe û pêwîst e em pişta serok bigirin û bigihên armanca xwe. Hewldan bo serxwebûnê serweriyeke mezin e bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û di dîrokê de berdewam diruşmên PDKê guncaw bûn, lewma PDKê baş dizane ku niha dema serxwebûnê ye ku bê ragihandin.”

Back to top button