PolîtîkRojev

PDK darberû ye ne bi şewitandinê ne jî bi birînê jinav naçe

Serok Barzanî di merasîma destpêkirina bangeşeya hilbijartinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de gotarek pêşkêş kir û got, ew dixwazin li ser bingeha hevbeşî û têgihiştinê pirsgirêkên li gel Bexdayê bên çareserkirin û tekez kir, “Sereketirîn pirsgirêka me li gel Bexdayê nebûna hevbeşiya rasteqîn e.” Serok Barzanî tekez jî kir, “PDK darberû ye, ne bi şewitandinê û ne jî bi birînê jinav naçe.”

Serok Barzanî di gotara xwe de ragihand ku gelek têbîniyên wan li ser yasaya hilbijartinê û dabeşkirina kursiyan hebûn ku “ti dadperweriyek têde tune bû û li ser ti bingeheke rast nîne, ji ber ku serjimêrî nehatiye kirin, lê ji ber berjewendiya giştî û bo ku giraniya PDKê biparêzin, me biryar da beşdarî hilbijartinê bibin.”

Di beşeke din a gotara xwe de Serok Barzanî amaje bi wê kir, “Daxwaza me, hemû xelkê Iraqê û hemû wan aliyên beşdarî hilbijartinê dibin ew e ku hilbijartin pak be û sextekarî tê de nebe. Ev daxwaza we û civaka navdewletî jî ye.”

Serok Barzanî dibêje, “Bêguman hilbijartin baştirîn û rasttirîn rê ye bo her guhertineke ku di desthilatê de bê kirin û PDK bi xwe xwediya bîra hilbijartinê ye. Li bîra we hemûyan e, di Newroza sala 91 û li bajarê Koye me ji hemû cîhanê re ragihand ku `em dixwazin hilbijartin bê kirin û ji şer`iyetê şoreşgerî biçin bo şer`iyetê destûrî û yasayî bi hilbijartinê.` Ne kesê li ser me ferz kiribû û bawer nakim kesê bîr jî lê kiribe.”

Îro 60 sal di ser destpêkirina Şoreşa Îlonê re derbas dibin û Serok Barzanî, şoreş wek “dibistaneke mezin” binav kir û got, “Şoreşa Îlonê dibistaneke mezin e û qahremanên zêde gihand û deskeftên mezin jî bo gelê Kurdistanê anîn. Ji her tiştekî jî mezintir milet hişyar kir û bû miletekî xwedî rêveberî ku ev ji her tiştekî girîngtir bû.”

https://www.facebook.com/kurdistantvcenter/videos/290204589119312
Back to top button