Polîtîk

PDK Çiyayê Sefîn e

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de li bajarê Şeqlawa ragihand, PDK di nava meydana xebatê de maye û wek çiyayê Sefîn e. Herwiha got jî ku PDK li Kurdistanê û li Bexda û li hemû cîhanê jî xebatê ji bo mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê dike.Nêçîrvan Barzanî di nava cemawerên PDKê de li Şeqlawa gotarek da û di serî de wiha got: “PDK di nava meydana xebatê de maye û wek çiyayê Sefîn e. Piştî 10 rojan hilbijartinên Iraqê ne, daxwaz ji alîgirên PDKê dikim ku bi hemas kar bikin bo van hilbijartinan.”Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “PDK partiya xebat û şoreş û avedaniyê ye. Partiya yekem a Kurdistanê ye û dê her partiya yekem jî be. PDK li Kurdistanê û li Bexda û li hemû cîhanê jî xebatê ji bo mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê dike. PDK ji bo parastina destkeftên Kurdistanê û mana Herêma Kurdistanê û ji bo paşerojeke geş kar dike.”Cîgirê Serokê PDKê wiha got: “Pêdviya Kurdistanê bi parêzerekî bihêz wek PDKê heye li Bexdayê. PDK mafê gelê Kurdistanê û mafê hemû pêkhateyan diparêze. PDK qet sazişê li ser mafên Kurdistanê nake. PDK bi pilan diçe Bexdayê. Em dixwazên hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê yekdeng bin û eger pirsgirêkên me hebin pêwîst e em di mala xwe de çareser bikin. Pêwîst e em hemû pêkve bergiriyê li Kurdistanê bikin.

Back to top button