CîhanPolîtîk

Çar partiyên Tirk hevkariya xwe ragihandin

Li Tirkiye partiyên siyasî yên opozisyonê ji bo hilbijartinên parlementoya Tirkiye li hev kirin. 4 partiya hevgirtina xwe ragihandin. Niha jî li ser nevê vê yekitiyê gotibêj tê kirin. CHP, IYI Parti, SP û DP li hev kirin.Van 4 partiyan di nava xwe de protokolek ya li hevhatinê îmze kirin. Her çar partî bi hevre dikevin hilbijartina . Ji bo parlementoyê li hev kirine. Lê ji bo serokkomariye , herpartiyek CHP, IYI Parti û SP berbijêrên xwe dertêxin û bi wan berbijêran tevlî hilbijartina dibin. Eger tura yekem de kesek ji %51 destve neynê û kar neke, di tura duyemdê her 4 partî pişgiriya berbijêrê herê dengê zêde anî dikin.Ji bo ketina HDPê di nava vê tifaqê de hinek pêwendî çêbûn. Lê IYI partiyê tu awayî ev yek qebûl nekir. Herweha CHP û SP jî ne bi germî hevkariya li gel HDPê dinêrîna. Lê HDP dixwest di nava opizisyonek li dijê Erdogan de cih bigre.Vekiriye aliyên Tirk bi tu awayî HDPê qebûl nakin. Ji bo vê jî rêya tenê li pêşîya HDPê ewe ku xwe ji çepên Kemalist xilas bike û bidê xûyakirin ku ew partiyek Kurdistaniye û li gel partiyên Kurd li ser prensibên netewî hevkariyê bike.Ji bilî vê yekê potansiyela dengên HDPê, bivê nevê dikeve xizmeta nijadperest û Kemalistan de.

Back to top button