Polîtîk

PDK biryarê da îsal Kongreya xwe encam bide

Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê bi serpereştiya Serok Barzanî li 18/1/2020 civiya û li daxuyaniyekê de encama civînê eşkere kir. Li civînê de biryar hatiye dayîn ku li sala 2020 kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê bê encamdan.

Li daxuyaniyê de behsa rûdanên girîngên sala 2019 û destpêka sala 2020 ku bandoreke raste rast li ser proseya siyasiya Iraqê kirin hatine guftûgo kirin.

Her wiha li babateke din de behsa wan dilgiranî û metirsiyan hatiye kirin ku li ser Iraqê de heye û bi awayeke giştî û vekirina Iraqê bi qada nehiştina hesabên welatên herêmî û cîhanî.

Li civînê de piştevaniyê li hewldanên hikumet û saziyên yasayî dike ku li çaksazî û reform û rêkxistina kar û baran de encam didin ku eve jî yek ji daxwazên hemwelatiyên Kurdistane û her wiha li bernameya PDK ya ji bo hilbijartina Parlemena Kurdistanê jî hatibû balkişandin.

Dawiya civînê de li ser pêwîstî û xweguncandina li gel rewşa niha ya Kurdistan û Iraqê û guhertineke zêde û bi lez li navxwe û dewruber rûdidin, her wiha li gor peyrewa navxweyî, civîna Encumena Serkirdayetiyê de biryarê dan li sala 2020 kongreya xwe encam bidin û desthilata pêwîst da Mekteba Siyasî hengav û rêkarên peyrewiyan destpêbike.

 

Back to top button