PDK beşdariyeke bihêz di hikûmeta nû ya Iraqê de dike

Partiya Demokrata Kurdistanêda x[yakirin ku, dê beşdariyeke bihêz di hikûmeta nû ya Iraqê de bike. Kabineya nû ya hukumeta Iraqê ji aliyê Adil Ebdulmehdî ve tê pêkanîn.Endamê Şanda Danûstandinê yê PDK li Bexda Mesûd Heyder diyar kir ku ew piştevaniya Adil Ebdûlmehdî dikin û ew ê bi awayekî bihêz beşdariyê di hikûmeta nû de bikin.Mesûd Heyder destnîşan kir ku PDK bihêztirîn û mezintirîn hizba Herêma Kurdistanê ye û beşdariya wê di hikûmeta nû ya Iraqê de jî dê bihêz be.Hêjayî gotinê ye ku Serok Mesûd Barzanî di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Adil Ebdulmehdî ku dê kabîneya nû pêk bîne kiribû û ew weke hevrê gelê Kurd wesf kiribû. Serok Barzanî ragihandibû ew piştrast e ku Adil Ebdulmehdî dê berjewendiyên gelê Kurdistanê û Iraqê biparêze.