Nivîsar

PDK bersiva daxwaziyên gelê Kurdistanê ye

Hilbijartin li gelê Kurdistanê pîroz binLi Kurdistana Başûr hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bi dawî hat. Rêjeya tevlîbûna dengdanê  li gora mercên Kurdistanê kêm bû. Ji % 59 bû. Bê guman sedemên vê yekê hene , beşek ji van sedeman teknîkî bûn, bi gelek deveran bi hezaran kes çûn ser sendoqan û ji bo kêmasiya hinek belgeyan nekarîn dengê xwe bidin û şûnve vegeriyan. Vî yekê rijeya tevlîbûna dengdanê kêm kêr.Wek din dibe ku aliyê siyasî de jî bê hêviyek ji xelkê Kurdistanê re pêyda bibe . Ji ber ku di rastiya xwe de ji hilbijartinên ji berî niha hetta wek îro Kurdistan pêvajoyên gelek dijwar re derbas bû. Ji şerê dijê DAÎŞê , referanduma serxwebûnê, êrîşên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî, dorpêça li ser Kurdistanê , Xiyaneta 16ê Oktoberê û kriza darayî. Evqas bûyer di pêjoyekî de hatin jiyandin û Kurdistanê cardin karî xwe bighînê hilbijartinên 30 Îlonê.Ji aliyek din YNKê li deverên di bin desthilatdariya xwe de gelek vekirî sextekariyên mezin kirin,lê li gel hemû leyiztik û sextekariyan cardin gavek pêşve neçû û tenê berevajiya hilbijartinên ji berî niha ji rêza sêyem bû rêza duyem. Yani bi awayek din serketina YNKê li himber Goran  e.Xalek din herî girîng ewe ku, PDKê li Silêmanî û Helebçe û henek deverên din girêdayî Silêmaniyê, li himber hemû cureyên sextekariyê dengên xwe zêde kirine. Ji xwe dema PDK li van herêman xebata pêwist bike û bikaribe serdestiya partiyên li herêmê denga distînin bişkine  dê Kurdistan ber bi pêvajoyek rastir ya demokrasiyê ve herê.PDK cardin di van hilbijartinan de baweriya gelê Kurdistanê girt û bû partiya yekem. Dil dixwest rêjeya dengên PDKê bilindtir bûya. PDK serkeftin destve anî, lê ne bes e. Ji ber ku pêwistiya xelkê Kurdistanê bi PDKê û serok Barzani heye.Hêvî ewe ku pêjoya damezirandina hukumeta Kurdistanê de PDK qonaxên ji berî niha berçavre derbas bike, siyaseteke nûjen li gora mercên qonaxa nû rêve bibe û cardin bibe bersiva daxwaziya gelê Kurdistanê.Hilbijartin li gelê Kurdistanê pîroz be.Nûçe/ analîz

Back to top button