Polîtîk

Ihtimala Behem Saleh xwe vekişîne heye

Fuad Husên da xûyakirin ku, dîhtimal heye berbijêrê YNKê yê serokomariya Iraqê Berhem Salih xwe vekişîne.Berbijêrê PDKê Fuad Husên ji radyoya Dengê Amerîka (VOA) re daxûyakirin , berbijêriya min ji aliyê Serok Barzanî ve vê yekê nîşan dide ku divê serokomarê Iraqê kesekî bê alî be û bikaribe bi hemû gelên Iraqê re bide û bistîne. Ez ji bona vê baweriyê spasiya Serok Barzanî dikim.Fuad Husên her wiha gotiye, PDK û Barzanî dixwazin kandîdê kurdan di nav firaksyonên Kurdistanî de were destnîşankirin û paşê bikeve dengdana parlamentoya Iraqê. Çi bi rêya firaksyonên Kurdistanî be çi jî bi rêya parlamentoya Iraqê be, ezê her bi ser bikevim û bibim serokomarê Iraqê.Kandîdê PDKê daye zanîn ku îhtimal heye kandîdê YNKê Berhem Salih xwe vekişîne û gotiye, ez hêvîdar im ev nûçe rast be û kandîdê YNKê xwe vekişîne. Wê çaxê em û YNK dikarin li hev bikin.Fuad Husên ew îdia jî red kiriye ku tê gotin PDKê li hember posta parêzgariya Kerkûkê, razî bibe ku kandîdê YNKê bibe serokomarê Iraqê!

Back to top button