Cîhan

Paul Bremer: Çekê Amerîkayê bo pêşmerge di rê deye

Paul Bremer hakimê medeniyê amerîkayî li Îraqê, piştî pirosesa azadkirina Îraqê, eşkere kir ku, çekê nû û pêşkeftî ji Amerîkayê bi gemiyan bo herêma Kurdistanê daku pêşmerge şerê li dijî DAÎŞ pê bike birêveye û got ku, Amerîka dê li ser bombebarankirina bingehên DAÎŞ berdewam be.

Paul Bremer di hevpeyvîneke xwe de bo BBC li ser şerê li dijî DAÎŞ û ew rewşa li Îraq û herêma Kurdistanê hatiye holê axivî û got ku, pêwîste Amerîka hêzên pêşmerge pirçek bike û bi taybetî çekê nû û giran bi pêşmerge bide.

Li gor Bremer ew  çek bi gemiya ber bi herêma Kurdistanê bi rê ketine û di çend rojên bê de dê gehin destê hêzên pêşmerge û gelek welatên din yên mezin jî biryar dane çekê nû ji herêma Kurdistanê re rê bikin.

 

Wî got ku, Amerîka dê li ser bombebarankirina bigehên rêxistina DAÎŞ li Kurdistanê berdewam be.

Back to top button