Îtalya: Şerê Daîş û Kurdistanê şerê me ye jî

Matteo Renzi Serok Wezîrê Îtalya û şanda li gel serdana Herêma Kurdistanê kirin û li rêwresmeke fermî da ji aliyê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên siyasî û Hikûmiyên Herêma Kurdistanê li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê hate pêşwazî kirin û paşê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiya.

 

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya serokwezîrê Îtalya yê dike

Li vê kombûnê da ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmet û Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Mistefayê Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xanim Rêzan Heme Salih Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya amade bûn Serok Wezîrê Îtalya xweşhaliya xwe ji bo hatina xwe ya Kurdistanê ragihand û Serok Barzanî jî bi germî bi xêrhatina Serok Wezîrê Îtalya û şanda li gel kir.

Her wiha li vê civînê de pêşhatên dawî ya emnî û siyasiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û pêvajoya meydanî ya bereyên rûbirûbûnê ya hêzên Pêşmerge û terorîstan û rewşa mirovî ya koçberan hate nirxandin û Serok Wezîrê Îtalya wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku Parlemena Îtalya biryar daye ku Îtalya piştgîriya mirovî û serbazî ya Herêma Kurdistanê bike li dijî şerê terorîstên Da’îş.

Her wiha tekez li wê yekê kir ku komdengî û îradeyekî bi hêz li nav welatên Yekîtiya Ewrûpa heye ku li ruyê serbazî û mirovî alîkariya hêzên Pêşmerge û Hikûmet û gelê Kurdistanê bikin.

Li vê hevdîtinê de Serok Wezîrê Îtalya bi navê xwe wekî Wezîrê Derveyê Îtalya û Serokê Dewrî ya Yekîtiya Ewrûpa li gera pêş bi Serok Barzanî ragihand ku hun li vê şerê da ne bi tenê ne û şerê we şerê meye jî û serkeftina Kurdistanê li şerê terorîstan de serkeftina meye û her wiha armanca serdana xwe ya Kurdistanê jî xisterû ku ji gihandina peyama palpiştiya Ewrûpa û welatê xwe ya ji bo gelê Kurdistanê ragihand û berfirehbûna peywendiyên Îtalya û Kurdistanê û her wiha agahdarbûna ji wê yekê ku çawa bikarin li ruyê serbazî û mirovî ve hevkariya Kurdistanê bikin.

 

Serok Wezîrê Îtalya gelek bi eşkere balkişand li ser wê yekê ku biryarê dane çek û hevkariya mirovî bidin Kurdistanê û kompanyayên Îtalya han dide li Kurdistanê sermayeguzariyê bikin û asta peywendiya dîplomasî jî ji nûnerayetiyê bilind bikin û Konsolxaneya xwe li Hewlêrê vekin. Serok Wezîrê Îtalya hêvî jî xwest Serok Barzanî li paşarojeke nêzîk de serdana Îtalya bike.

Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Serok Wezîrê Îtalya kir û ji bilî şîrovekirinê çawayiya êrîşa terorîstan û rewşa koçberan û hêzên Pêşmerge ragihand ku hevpeymanî û piştgîriya Ewrûpa û Îtalya wiha dike gelê me hêz û hêviyeke zêdetir li berengarbûna terorê de hebe û hêvî jî xwest peywendiyên Îtalya û Kurdistanê zêdetir geşbûnê bi xwe ve bibîne.

Di derbarê hatina koçberan ya Kurdistanê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewê li şiyana me bê ji bo yarmetîdan û îdarekirina rewşa wan de dikin û eve jî behs kir ku ji bo Kurdistanê cihê şanaziye ku civakeke xwe ya fireh ol û fireh netewe heye û bi hemû şiyanek ve parêzgeriyê li vê firehiyê dikin.

Nerîna min :