Partiyên Kurdistanê û Îxwan Mûslîmîn nêzî hev dibin

 

 

Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Ebubekir Elî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ev nêzî du salane em hewl didin îslamiyên Sûriyê û bi taybet jî Îxwanan li ser pirsa kurd têbigihînin û heta çareseriya pirsa kurd li Sûriyê di belgename û stratejiya xwe de biguncênin. Piştî şoreşa Sûriyê giha qonaxekî hestyar, biryar bû wan hewldanên xwe zêdetir bikin. Pêwîst bû aliyê kurd û aliyên opozisyona Sûriyê zêdetir nêzî hev bibûna û dîtina wan a beramberî daxwazên hev vekirîtir bin. Lewra me hewl da ku îslamî û kurdan bigihênin hev, ji bo ligel hev rûnin û guftûgoyan bikin. Ji bo Îslamî bikarin ji naveroka daxwazên kurdan têbigihin. Herwiha kurd jî mameleya îdeolojî ligel îslamiyan nekin û xwendinekî rasteqîne ji bo rewşa niha ya Sûriyê hebin.”

Ebubekir Elî derbarê dîtina niha ya Îxwan Mûslimîn a beramberî pirsa kurd de got: “Îxwanên Sûriyê dijberiya daxwazên kurdan nekirine û li ser nasnameya kurd mikur tên. Niha li Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyê deshilatdar in û li ser pêşniyara wan lijneyek ji bo çareseriya doza kurd hatiye dirûstkirin û hêzên kurdan jî pêşwazî li wê hewldanê kirin. Bi baweriya min ger hêzên kurdî bi awayekî îdeolojîk mamele ligel Îxwanan nekin, vekirîbin û bi çavê berjewendiyên bilind ên rojavayê Kurdistanê temaşeyî hêz û aliyên siyasî yên Iraqê bikin, wê Îslamî ji hêzên din zêdetir ji rewatiya doza kurd û daxwazên wan têbigihin.”

Li gor gotina Ebûbekir Elî, partiyên rojavayê Kurdistanê berê gelek reşbîn bûn, lê niha dîtina Îxwan Mûslimîn hatiye guhertin: “Partiyên rojavayê Kurdistanê ji despêkê ve gelek bi îdeolojîk mamele dikirin û li beramberî aliyên Îslamî pir reşbîn bûn, lê bi derbasbûna demê, vekirinekî zêdetir û xortkirina peywendiyên ligel Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, niha gihiştine wê baweriyê ku ger hêzên Îslamî hebin û bi adîlane fikir bikin û ji naveroka pirsa kurd têbigihin, amadene mamele ligel bikin û heta piştgiriya wan jî bikin.”

Îxwan Mûslimîna Sûriyê sala 1935an li bajarê Heleb û bi armanca dijberîkirina Fransa hatiye damezirandin. Niha aliyê herî serekî û bihêz ê li dijî Beşar Esed in û aliyê deshilatdar ê Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyê ne.

Têkiliyekî berçav a partiyên rojavayê Kurdistanê ligel Îxwanan nîne. Heta niha ti civînekî fermî ligel wê hêza deshilatdar a ku niha ji aliyê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qeterê ve piştgiriya wan tên piştgirîkirin nîne. Lê wekî Ebûbekir Elî dibêje: “Me bi awayekî cûda ligel herdu aliyên kurd û Îxwan Muslimînan axivî. Emê di qonaxa bê de hewl bidin ku herdu alî ji hev fêm bikin û ji bo ji nêz ve ligel hev baxivin. 

Endamê polîtburoya Yekgirtû derbarê peywendiyên Yekgirtû yên ligel partiyên rojavayê Kurdistanê û dîtina wan a ji bo wê parçeyê wiha got: “Peywendiyekî me ya baş ligel partî û aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê heye. Me di hemû dîtin û hevdîtinên xwe de tekez li ser pêwîstiya bi hev re xebitîna kurdên rojavayê Kurdistanê kiriye. Me daxwaz ji wan kiriye ku sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê wergiritn û kevneşopiyên Herêma Kurdistanê yên nerênî dûbare nekin.”

Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Ebubekir Elî dijberiya xwe ji bo destlêwerdana parçeyên din ên Kurdistanê ya li karûbarên rojavayê Kurdistanê jî nîşan da û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em hêvîdarin ku hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û parçeyên din ên Kurdistanê rasterast destê xwe nexin nava karûbarên rojavayê Kurdistanê. Belkî tenê piştgiriya wan bikin û hewl bidin ku çarçoveyekî hevbeş hebe û tevayî hêzên rojavayê Kurdistanê di nav de bicivînin.”

 

 

 

Sakar Ebdulazade

(Rûdaw) 

 

Nerîna min :