Kultur
Fîlma "Dengê Bavê Min" di festîvalê de xelata "Gûzika Zêrîn" girt
Di 19. Festîvala Fîlman a Gûzikên Zêrîn de fîlmeke bi Kurdî xelata fîlma herî baş girt. Fîlma bi navê “Dengê Bavê Min”, di du beşan de, di beşa “fîlma herî baş” û “senaryoya herî baş” de xelat stend. Derhêneriya fîlma Dengê Bavê Min, ji aliyê Zeynel Dogan û Orhan Eskikoy ve hatiye kirin.
Derhênerê fîlmê Zelnel Dogan, di derbarê mijara fîlmê de wiha dibêje: “Ez bi xwe li Amedê dijîm. Li Amedê bargeheke leşkerî heye. Li cem me balafirên şer pirr radibin. Bajarê Amedê pirr caran bi dengê balafirên şer ji xewê hişyar dibe. Her ku balafirên şer dikevine rêzê û radibin, gellek dayik direvine ber pencerê, bi dilekî xemgîn û fikar. Ez vê xelata xwe, diyariya ew dayikên ku aşûtiyê dipên dikim.”