Polîtîk

Partiyên kurdî peymana aştiyê îmza kir

Îro paşnîvro li hotêla Silêmanî Palas li bajarê Silêmaniyê, di preskonferensekê de peymana aştiyê ku ji aliyê Kempîna Aştiyê ve hatibû rêxistin, hat îlan kirin. Peymana Aştiyê  ji aliyê 9 partiyên siyasîyên herêma Kurdistanê ve hatiye îmze kirin

Di peymanê de hatiye: “Em ew partî û aliyên siyasî ku me li jêr îmze kiriye, li ser naveroka vê peymanê pabendin.”

Peymana Aştiyê ji van 7 xalan li jêr pêk tê:
1- Tu partî û aliyên siyasî di pieosesa siyasiya herêma Kurdistanê de nabe paneyaê bo şidetê, evca ci awayê şidetê be bila bibe, biben.

2- Nabe tu partî hêzên çekdarî di nakokiyên navxweyî de li hember aliyên din bikar bînin.

3- Nabe tu hêzên siyasî cemawerî li dijî aliyekê din biazirînin ku bibe sedemê şewitanidina baregayên aliyê bermaber yan  kuştina endamna yan jî awayên dinyên şidetê.

4- Hemû alî bi parastina yekperçeyîya xaka herêma Kurdistanê pabendin û hemû alî li dijî ferehîdarêyê ne.

5- Nabe tu hêzên siyasî ji bo anîna leşkerê biyanî hewil bide. Nabe tu hêz li dijî aliyekî bermaber destê xwe bixe nav destê hêzên derveyî herêma Kurdistanê , çi li dijî partiyekê yan  jî li dijî tecrûbeya herêma Kurdistanê be.

6- Divê hemû alî bi vê peymanê pabend bin û naveroka wê bin pê nekin, her aliyek aştî û aramiya herêma Kurdistanê bin pê bike, ew li hember Xwedê, gel û welêt berpirsyar dibe.

7- Hemû alî teror û şidetê pirotesto dikin, û hemû awayên kuştin û kavilkirinjî êşermezar dikin.

Peymana Aştiyê ji aliyê liqên wîlayeta Silêmaniyên yên; PDK, YNK, Tevgera Gran, Yekgirtoya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamî, Partiya Sosiyalîsta Demokrata Kurdistan, Bizava Îslamî, Partiya Komonîsta Kurdistanê û Partiya Zehmetkîşan ve hatiye îmza kirin.

Back to top button