Polîtîk

Partiya Komînîst a Iraqê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Komînist (Hizba Şu’î) ya Iraqê kir ku bi Serokayetiya Rayd Fehmî Sekreter û Mufîd Elcezayîrî û Besam Mehî û Şimêran Merkil û Îzet Ebutemen Endamên Mekteba Siyasî ya wê partiyê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de ku bi amadebûna Kawa Mehmud Sekreterê Partiya Şu’î(Kominîst) ya Kurdistanê û Ebu Karwan Endamê Mekteba Siyasî ya wê partiyê birêveçû, behsa şerê terorîstên Da’îş û serkeftinên hêzên Pêşmerge û hemahengiya li gel artêşa Iraqê û her wiha gefên terorîstan li her sê asta navxweyî, herêmî û cîhanî kirin. Şanda mîhvan rêz û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdan û xwîna Pêşmerge hebû û serkeftinên Pêşmerge li ser terorîstên Da’îş bilind nirxandin.Li beşekî dinê hevdîtinê de şanda mîhvan dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê proseya siyasî û hilbijartinên paşaroja ya Iraqê û rewşa aborî û civakiya xelkê Iraqê xisterû. Her wiha ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê û encamdana proseya referandûmê, û li vê derbarî de şanda mîhvan, ji bilî balkişandina li ser dîroka hevbeş û xebata pêkve ya di navbera Partiya Şu’î ya Iraqê û gelê Kurdistanê ragihand, ku ew wekî Partiya Şu’î herdem li gel daxwazên gelê Kurdistanê dane.Li beranber da Serok Barzanî behsa dîroka hevbeş û pir li hevraz û nişêvî ya di navbera gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê û binpêbûna şeraket û destûrê kir û her wiha tîşk xiste li ser babeta referandûm û serbixweyî û sedemên binpêbûna şeraketê li Iraqê da kir.

Back to top button