PolîtîkRojev

Partiya El Umme tehdîdkirina Kurdistanê bi tundî şermezar kir

Partiya Iraqî ya bi navê El Umme gef û tehdîdên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragehand, ew tehdîd karekî tirsonek û ne exlaqî ye.

Partiya El Umme ya Iraqî li ser gef û tehdîdkên komên radîkal li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bi tundî ew şermezar kir.

Di daxuyaniya wê partiya Iraqî de hatiye gotin, ew gef û tehdîdên ku gelek caran ji aliyê komên radîkal û derqanûnî li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin, xizmeta wan welatan dike yên ku naxwazin Iraq aram û asûde bibe.

Wê partiya Iraqî tehdîdkirina Kurdistanê ji aliyê komên radîkal ve wek karekî tirsonek û ne exlaqî nirxandiye û ragehandiye, divê hikûmeta Iraqê wan kom û aliyên xirabkar rapêçî dadgehê bike û pêşiya tehdîdên wan li dijî Kurdistanê jî bigire.

Partiya El Umme daye xuyakirin jî, ew gef û tehdîdên han bo astengkirina xebatên hikûmeta Kurdistanê ne ku bo çareserkirina rewşa siyasî ya xitimî li Iraqê dike.

Back to top button