Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê bi fermî hat avakirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) bi fermî hat avakirin. Ev yekemîn partiya kurdî ye ku bi navê Kurdistanê li Tirkiyê tê avakirin.

Li gorî nûçeya Milliyetê, piştî bidawîhatina amadekariyan îro (03.01.2014) daxwaza wergirtina mohleta fermî ya avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) ji aliyê Serokê Giştî yê partiyê Mehmet Emîn Kardeş ve radestî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hat kirin.

Piştî ku Kardeş daxwazname pêşkêşî wezartê kir, derheqê avakirina PDK-Tê daxuyaniyek da û ragihand, wan bernameya partiya xwe pêşkêşî wezareta navxwe kirin û wiha got: “Bernameya partiya me vekirî, zelal û qanûnî ye. Emê xebata siyasî û demokratîk ji xwe re esas bigirin. Me ji bo parastina mafên netewî û rewa yên kurdan ev partî ava kir.”

Mehmet Emîn Kardeş, anî ziman ku avakirina PDK-Tê li Tirkiyê wek mîladekê ye û wiha aixivî: “Em vê gavê di xebata netewî û siyasî ya kurdan de wek mîladekê dibînin. Bi sedan sal e kurd ji bo mafên xwe xebat dikin. Cara yekemîn e partiyek bi navê Kudistanê tê avakirin. Em vê yek wek mafê xwe yê rewa dibînin. Helbet di şert û mercên niha yên cîhanê de redkirina partiya me li Tirkiyê mumkin nîne. Eger were redkirin jî ev ne pirsgirêka me ye, ya dewletê ye.”

Kardeş da zanîn ku 36 endamên avaker ên PDK-Tê hene û ragihand, her yek ji wan mîna lehengekî/ê bênav in.

Serokê Giştî yê PDK-Tê eşkere kir ku xebata wan dê bi tevahî demokratîk be çimkî ew tundiyê red dikin û wiha anî ziman: “Em bi ti kesî re şer nakin û ti pêwendiya me bi tundiyê re jî nîne. Emê tenê mafên xwe yên rewa biparêzin.”

Mehmet Emîn Kardeş destnîşan kir ku navê partiya wan mîna navê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî ye û wiha got: “Ew dayika partiya kurdî ne. cihên wan cuda ye. Di navbera kurdan de 4 sînor hatiye kişandin lê me perçeya Tirkiyê hilbijart. Helbet ew jî dostên me ne. Di navbera me de hezkirin heye.m

Serokê berê yê PDK-Bakûr ku wek şaxê PDKê li Bakûrê Kurdistanê dihat nasîn, Sertaç Bûcak diyar kir ku ti pêwendiya wan bi PDK-Tê re nîne û wiha got: “Her kurdek dikare partiyekê ava bike. Cudahî mirov bihêz dike. Ya girîng ew e ku mirov bi awayekî berpirsyar û baş kar bike.”

Bûcak da zanîn, ew jî xebatên xwe yên avakirina partiyê didomînin kengî bidawî hat dê partiya xwe ragihînin. (Rudaw)

 

Niha li Kurdistana Bakur PDK ne yek seriye. PDK-Bakur du beşin. Beşek di bin serokatiya Sertac Bucak de ye. Beşek jî di bin serokatiya Ferhat Aydin de ye. Beşê di bin serokatiya Aydin de sala 2010ê kongreyê xwe yê partiyê yê 10ê li Bakurê Kurdistanê pêkanîn û sala 2013ê jî kongreyê 11ê cardin li Bakur çêkirin. Ew xwe wek PDK-Bakur a hukukî û şerîî dibînin. Ew Sertac Bucak ne hukukî û heta newek  endamê PDKê dibînin.

Di derbarê damezirandina PDKT bi awayek fermî, me bi rêya telefonê pêwendî serokê BDK-Bakur Ferhat Aydin re danî û pirsa damezirandina PDKT jê kir. Me xwest em dîtinên vî beşê PDKê di derbarê damezirandina PDKTê de bizanin.

Di vê derbarê de Aydin got:

“ Em gava ku hatî avêtin gavek pîroz dibînin. M.Emîn Kardas û hevalên wî gavek girîng avêtin. Em wek partî wan pîroz dikin û hêviya serkevtina wan dikin. Wek her gavek erênî û berjewendiya tevgera azadixwaza kurd de em pişgiriya wan dikin. Bila li Kurdistanê pîroz be.“(Rojevakurd)

 

Nêrînek

  1. Çİ DERDÊ HEYÎ DERMANEK JİBON WÎ LAZİME,Lİ WELATÊ MİN PARTÎKE KE NETEWÎ DİVABE HEBÛNE,EW DERT Û MEREMA GELÊ KURD,Lİ BAKURÊ KURDÎSTAN Bİ CÎH HAT,HER BİRADERÊ JİBON VÊ XEBATA HÊJA Û PÎROZ,XEBAT KİRÎ Û GAVÊ AVÊTİN,GELEK ZOR SPASÎYE WA DİKİM Û XWADAYÊ MEZİN Û DİLOVAN JİWA RAZÎBÊ.PDK-T-JİBON GELÊ ME PÎROZBÊ Û SERKEFTİN JİBON GELÊ ME..SİLAV Û HÛRMET

  2. Fermi avabuna PDK-T, hem ji aliye gele Kurd ve u hem ji, ji aliye dewlata tirkiye gavek dirokiye.\r\nji aliye kurda peviste li gora vi nave kurdayetiye bi kurdperweri tevbigerin. qimet bidin zimane kurdi u dezgehen netewi.\r\nJi aliye dewleta tirkiye ve,li gora bin peymanen navneteweyi imzekirine, tekili u berjewendiyen xwe en abori bi Kurdistana federe re, peviste bersivek ereni ji serledane dere.\r\nAVABUNA PDK-T FERMI, LI GELE KURD PIROZBE

  3. Ez vé péngava fermíbún u damezrandina PDK-T,li gelé Kurdistané píroz dikim,hévidarim ku sala 2014-e weku serok M.Barzani goti bibéte sala vegerandina axw u mafé gelé Kurdistané.Bé gumane wé ev partiya neteweyi bibéte alternativek bu wan partíyén radikal u kemalist.Damezrandina PDK-T hévíyeke ,u $ore$eke li bakuré welat,u delil u isbateke,ku partiyén PDK-ey li bakur u li rojava ji dikarin bi héz u xwedi cemawer bibin.Emé berdewam xizmetkaré van partiyén Kurdistani bin.Destxwe$i bu wan damézrenérén PDK-T.édikim.silav u réz.

  4. Ez li van hevalê PDK.T damezrandî silav dikim. Heta niho gelek kesan goti amê partiyek kurdistanî çêkî lê kesê îênekir. Ez piştgiriya vê xebata mêrane dikim û ji wan re serbilindî dixwazim. Silav û hurmet ji we ra.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: