Îroj

Partiya Demokrat a Kurdistanê 67 sal

Di 16ê tabaxa sala 1946ê de serokê bizava rixgarîxaza gelê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ava kir. Beriya 67 salan Mistefa Barzaniyê nemir bi pêwîstiyeke dîrokî zanî ku hemû fikrên siyasî û armancên gelê Kurdistanê di programekê pêşkeftî de kom bike û bi rêya partiyeke siyasî û bi awayekî rêkxistinî serkêşiya şoreş û tevgera gelê Kurdistanê bike.

Ji  roja avakirina PDKê û heta digehe roja îro, Patrî di gelek qonaxên cihê de derbas bûye. Wê di qonaxên gelek dijar, zehmet û pirqurbanî de berdewamî bi xebata xwe ya şoreşgêrî û tekoşîna piralî; siyasî, civakî, edaletî û çandî daye û di rêya karwanê xebata ji bona bidestxistina mafên rewayên gelê kurd de bi sedan şehîd û qurbanî dane.

 

PDK di karwanê xebata xwe ya 66 salî de gelek serwerî û destkefityên mezin bo gelê kurd tomar kirine weke; Rêkeftina 11ê adarê sala 1970ê, serhildana 1991, hilbijartinên 1992ê ku bi pêşniyara serok Mesûd Barzanî bû, avakirina hikûmet û parlamentoya Kurdistanê, madeya 140ê di destûra bingehên a Îraqê de ji bo çareserkirina pirsa deverên veqetandî û tesbîtkirina sîstema federalî ji bo herêma Kurdistanê. Piraniya wan serwerî û destkeftiyan dîrekt bi xebat û qurbanîdanên Partiyê bûn û hindek jî bi hevkarî digel aliyên din bûne ku di wan jî de Partiyê roleke serekî lîstye.

Dema mirov behsa dîroka xebata PDKê dike, divê mirov behsa rêkeftinameya 11ê adara sala 1970 bike. Di wê rojê de bi hêza pêşmergeyê Kurdistanê hikûmeta Îraqê ya wê demê neçar bû ku danûstandina digel serokatiya şoreşa Îlonê bike û îtîrafê bi otonomîya Kurdistanê bike. Û her ew rêkeftina 11ê adarê, ji bo sîstema federalî ku îro li herêma kurdistanê heye, bo bingehekî siyasî û qanûnî.

Em naxazin bi dûr û dirêjî behsa dîroka PDKê bikin, di vê bîrweriya 65salia avakirina Partiyê de dê behsa hindek taybetmedîyên wê kin ku gellek bi kêmî ew taybetmendî tên behis kirin;

1-    Dema di 16 tebaxa sala 1946ê de rêberê gelê kurd Barzaniyê nemir Partî avakirî fikra niştimanî û netewî kir esasê rêbaza Partiyê her ji berhindê hemû kategoriyên civaka kurdî di bin yek sihwanê de hetin kom kirin, ji derbeg, axa,  burjwa, mela, karker, cotkar, xandevan, nexandevan, xendekar, çep, rast û ..htd bi yek bîrûbawer  di nav rêzên Partiyê de xebat ji bona mafên rewayên gelê Kurdistanê kirin.

2-    PDKê di bin serokatiya Barzaniyê nemir de bi awayekî rêxistinî serokatiya şoreşa Îlonê kir ku, ev yek tiştek nû bû di karwanê bizava rêzgariya gel kurd de.

3-    Gelek kes û aliyan, her ji sala 1964ê û vir de, PDK weke partiyeke eşîrî, paşvero û derbeg hisab dikr û wan kes û aliyan xwe weke çep, pêşvero  û sosiyalîst binav dikr û li ser vê metalîteyê ji Partiyê veqetayan. Lê PDK, ji ber ku li ser rêbaza Barzanî, rêbaza niştimanî û netewî bû, her xwe li ser lingên xwe girt û berfirehtir û bihêztir jî bû, lê yên ku ji Partiyê veqetiyaîn, hindke jê careke din vegeriyan nav Partiyê û yên din jî ji aydolojiyên xwe yên  xeyalî poşman bûn.

4-    Di van çen salên dawiyê de hindeka digot Partî pîr û kal bûye. Lê Partiyê di piraktîk de bersiva wan kes û aliyan da û di dawîn hilbijartinên Îraqê de, di 7ê adara 2010ê de, Partiyê li serekî û hemû partiyên başûrê Kurdistanê li serekî, Partiyê ji hemûyan zêdetir kursî bo parlamentoya Îraqê bidest xistin û xwe weke partiya herî mezin îspat kir.

5-    Partî bi dirûşmê Nûbûn, Dadperwerî û Pêkvejiyan di 10.12.2010ê de  kongreyê xwe yê 13ê saz kir. Û nuha Partî ev dirûşim xistiye di rojeva xwe de û bi cidî li ser kar dike. Û eger Partî li gor dirûşmê xwe yê kongreya 13ê reforman bike dê hêjî berfirehtir û xirtir bibe.

Di rewşa îro jî de wezîfeye Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî parastina wan destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên Kurdistanê bi dest vehatine ye.

Rojevakurd:NH

Back to top button