CivakRojev

Partiya DEM’ê bi Wezîrê Dadê re dicive

Cîgira Seroka Koma DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ragihand ku şanda DEM’ê di çarçoveya pêvajoya nû de wê 18’ê Nîsanê roja Înê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re dicive.

Cîgira Serokê Koma DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya di Parlementoya Tirkiyeyê de diyar kir ku dê di 18’ê Nîsanê roja Înê de bi Wezîr Tûnç re hevdîtinê bikin. Koçyîgît got, “Piştî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re wê careke din serdana Îmraliyê bê kirin.”

‘Divê mafê hêviyê were parlamentoyê’
Koçyîgît anî ziman ku divê ‘mafê hêviyê’ yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, bi rêziknameya qanûnî bi lez û bez derxin Meclîsê.

“Berî her tiştî nayê qebûlkirin ku tecrîd berdewam bike da ku pêvajo bimeşe. Ji bo ku birêz Ocalan vê pêvajoyê bi tendurist bimeşîne, bi rastî jî divê bi lez şert û mercên xebatê bên başkirin. Şert û mercên ku bi kê bixwaze re hevdîtinê bike û biçe komîteya ku bixwaze divê ji destê pêşî ve were saz kirin. Meclîs bi rêziknameya qanûnî bi lez û bez, li ser esasê ku kesên 25 sal cezayên giran derbas kirine, nikarin heta hetayê di girtîgehê de bimînin, helbet divê bi lez û bez qanûnek ku rê li ber şert û mercên azadiyê veke, bê çêkirin, çûna wir, ew e ku şert û mercên xwe yên xebatê bi lez baş bike, hawirdorek ku bikaribe bi her kesî re hevdîtinê pêk bîne û ji holê rakirina tecrîdê ye.”

Back to top button