Parlementoya Ukraynayê bû qada şer
Li Ukraynayê piştî hilbijartina 28ê Kanûna Pêşî ku hate kirin, hêj îro roja pêşî dema ku parlemanan dest bi civîna xwe ya pêşî kirin, şer derket. Erê çi civîn û civîna bi çi rengî hate kirin, yên dîtî dizanin.
Dema parleman rûniştin û dev bi axaftina xwe ya pêşî kirin, ewil bi kulm û pehîn û şeqaman bersiva hevûdu dan û şer germ bû, her ku çû germtir bû, ha wisa bû ku êdî Parlementoya Ukraynayê bû qada şerê parlemanan.
Parlemanên Partiya Azadîyê (Svoboda) dema nexwestin ku têkevin nêv Hevgirtina Dijberiya parlemanan a partiya bi navê ”Batkivşçına”yê ya Partiya Welêt, dijberan nehişt ku ew têkevin salona civînê.
Ev şerê hanê, ji aliyekî ve Şerê Bav û Kurd jî hate xuyakirin. Lewra karsazê navdar Aleksandr Tabalov di lîsteya Partiya Welêt de rêza 49an girtibû, lê belê kurê wî Andrey jî, di partiya dijberê bavê xwe de serkeftin bi dest xistibû.
Di civîna pêşî ya Parlementoya Ukraynayê de serokkomarê kevn yê Ukrayna Leonid Kravçuk û çend dadmendên Makzagona Bingehîn a Ukraynayê herweha serdozger Viktor Pşonka jî beşadarê civînê bûbûn û li şerê parlemanan temaşe dikirin.