
Parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya asayî saz kir û têde rewşa herêma Efrînê û êrişa Tirkiyê bo ser wê herêmê nirxand.Piştî bi dawî hatina civînê, parlamentoyê daxuyaniyeke nivîskî derbarê rewşa Efrînê de belav kir.Di daxuyaniyê de 5 xal weke helwesta Parlamentoya Kurdistanê û 3 pêşniyar jî cih digirin.Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de êrişa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û daxwaz ji Tirkiyê dike, ku “rêz li prensîpên yasayên navdewletî û cîrantiyê bigre” û “demildest êrişên xwe rawestîne.”Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Em daxwaz ji Netewên yekgirtî û civaka navdewletî dikin, ku bi mebesta rawestandina êrişa nerewa ya Tirkiyê bo ser Kantona Efrînê, bilez destwerdanê bikin.”Parlamentoya Kurdistanê herwiha daxwaz ji rêxistinên mirovî yên navdewletî û aliyên alîkarder jî dike, ku “bi pêşkêşkirina alîkariyan û dabînkirina pêdawîstiyên bingehîn ên mirovî bi hawara xelkê sivîl ên Efrînê ve biçin.”Di beşeke din a daxuyaniyê de parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Em berevaniya rewa û mêrxasî ya jin û zilamên xelkê xweragir ên Rojava û Kantona Efrînê bilind dinirxînin û hêviya serkevtinê jê re dixwazin.”Parlamentoya Kurdistanê herwiha sê pêşniyaran dike, ku yek ji wan pêşniyaran ev e, ku “sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojava ji bo gihandina alîkariyên pêwîst ên tendirustî û miroviyê bo xelkê mexdûrê Efrînê bi taybetî û Rojava bi giştî were vekirin.”Parlamentoya Kurdistanê bang li aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike ku dest ji nakokiyên navbera xwe berdin û tekez dike: “Pêwîst e hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê bi berçavgirtina metirsiyên li ser ezmûna Rojava, nakokiyên xwe bidin alî û bi rêya diyalogê û hevqebûlkirinê, yekrêziya netewî dirist bikin û destkevtên xwe biparêzin.”Di beşeke din a daxuyaniyê, Parlamentoya Kurdistanê amaje bi pêwîstiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê di qonaxa niha de dike û dibêje: “Ji bo bicihanîna erkên hevbeş ên niştimanî, em sazdana Kongreya Netewî ya Kurdistanê di vê qonaxa niha de bi pêwîst dizanin û pêwîst e berjewendiya bilind a gelê Kurdistanê bi pratîkî li ser berjwendiyên îdeolojîk, hizbî û siyasî were girtin.”Di dawiyê de jî Parlamentoya Kurdistanê spasî û pesnê “helwesta wêrekî ya cemawerê gelê Kurdistanê li Başûr û revenda Kurdistanî li welatên derve” dike, ku piştevanî li “Efrînê û xelkê qehreman ê Rojava” kirine û hêvî dike, ku çalakiyên nerazîbûnê û xwepêşandanên ji bo bi dawî hatina êrişên Tirkiyê berdewam bin.Parlamentoya Kurdistanê herwiha tekezî li ser wê çendê jî kiriye, ku “ezmûnên berê ji hemû aliyan re îsbat kiriye, ku pisgirêk û nakokî bi hêzê nayên çareserkirin û lojîka gotûbêjên aştiyane kilîda çareseriya hemû pirsgirêkan e.”