Cîhan

Biryara Knesset cardin berê cîhanê da Îsrail

Îsrail di derbarê Qudsê de  gavek nû avêt. Wek tê zanin ji berî niha serokê Amerika Quds wek paytextê Îsrail ragihand û dabû xûyakirin ku, Amerika balyozxana xwe ji bo Qudsê vediguhêze.Li ser vê mijarê gelek welata nerazîbûna xwe dabû diyarkirin , lê Îsrail ji ya xwe nehat xwar û ev biryar kir biryara parlementoyê.Parlementoya Îsrail Knesset di derbarê rewşa Qudsê de yasayek nû derxist û li gora vê yasayê Quds paytextê Îsrail e. Yasa li himber 51ê 64 denga hate pejirandin.Filistinî û gelek welatên din Rojhilatê Qudsê wek paytextê Filistin qebûl dikin. Rojhilatê Qutsê jî ji sala 1967ê heta niha di bin bandora Îsrail de ye.Îsrail sala 1980ê Quds wek paytextê Îsrail ragihandi bû. Lê bi biryara Trump ev yek cardin kete rojeva cîhanê de.

Back to top button